Jinên siyasetmedar: Divê Leyla Guven demildest bê berdan

  • 09:16 13 Mijdar 2018
  • Ramyarî
WAN - Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji girtîgeha lê girtiye xwestin bi kelepçeyê bînin dadgehê, di 7’ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kir. Siyasetmedarên jin diyar kirin ku Leyla îradeya gel e û divê daxwazên wê demildest bên cih.
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye, bi armanca protestokirina helwesta dadgehê û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 7’ê mijdarê de îlan kir ku dest bi greva birçîbûnê kiriye. Ji gelek aliyan ji bo Leylayê peyamên piştgiriyê hatin û siyasetmedarên jin ên Wanê jî got ew heta dawiya çalakiyê wê piştgiriyê bidin Leylayê.
 
Hevşaredara Artemîta Wanê Rojbîn Çetîn, got Leylayê helwesta di cih de nîşan daye û wiha got: “Wek parlamentereke gel e, diyar dike ku li dijî tecrîdê dest bi greva bêdem-dorneveger kiriye. Diyar dike ku ew tecrîda li ser Birêz Ocalan qebûl nake û wek jinekê nokteya ku hatiyê, bi saya têkoşîna azadiya jinê ya Abdullah Ocalan pêk hatiye. Em wek siyasetmedarên jin ên HDP’ê heta dawî piştgiriyê didin greva Leylayê. Em azadiya Leylayê daxwaz dikin.”
 
‘Em heta dawî piştgiriyê didin’
 
Hevseroka DBP’ê ya Wanê Aynur Tarhan jî bi lêv ki ku Leyla bi awayekî dijhiqûqî di girtîgehê de ye û wiha dawî lê anî: “Leyla îradeya gel a hatiye hilbijartin e. Em wek jin heta dawî piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger a Leylayê. Divê daxwazên wê demildest bên cih.”
 
Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabulak jî bi lêv kir ku Leyla di 24’ê Hezîranê de wek îradeya gel a Colemêrgê hatiye hilbijartin û got bi tu awayî helwesta dadgehê qebûl nakin û heta dawî piştgiriyê didin greva Leylayê.