Yuksel Mutlu:Pêşnûmeya efûyê wê bibe sedema travmayê

  • 09:06 11 Mijdar 2018
  • Ramyarî
AMED - Endama PM'a HDP’ê Yuksel Mutlu pêşnûmeya efûyê ya MHP’ê amade kiriye ku di rojeva meclîsê de ye nirxand û got ji bo pêşnûme civakê îfade bike divê girtiyên siyasî jî bike çarçoveya xwe û an ziman ku ger ev pêşnûme bikeve meriyetê wê di civakê de bibe sedema travmayê.
 
Endama PM'a HDP’ê Yuksel Mutlu der barê pêşnûmeya efûyê ya MHP’ê amade kiririye ku niha di rojevê de ye nirxandin kir û anî ziman ku ger pêşnûme bibe qanûn wê di civakê de rê li ber travmayê vebibe.
 
‘Wê kujerên jinan derkevin derve’
 
Yukselê bi lêv kir ku di dîroka Tirkiyeyê de bi navberan efû hatiye rojevê, lê bi pêşnûmeya efûyê ya vê demê MHP’ê pêşniyar kiriye re, wê kujerên jinan û sûcdarên îstîsmarê bên berdan. Yukselê wiha berdewam kir: “Ev jî wê di civakê de rê li ber travmayek cidî vebike. Ji ber ev kes nehatine rehabîlîtekirin wê di civakê de sûcên xwe zêdetir bikin. Em vê ji efûya Rahşanê dizanin. Em dibêjin ku tecawizkar ji efûyê sûdê digirin, derdikeve derve, Piştî salan şûnde dîsa tecawiz dikin, dîsa jinan dikujin û zarê didin civakê.”
 
‘Armanca wan eve ku kesên alîgirên xwe derxin’
 
Yukselê her wiha balişand ser armanca pêşnûmeyê ya MHP’ê di demên dawî de aniye rojevê û ev tişt vegot: “Hewl didin dengên xwe zêde bikin, mafya û çeteyên wek Alaatîn Çakici derxin derve. Yanî armanca MHP’ê eve ku efûyê di rojeva civakê de bide runiştandin û kesên alîgirê xwe derxin derve.”
 
‘Divê efûya giştî be’
 
Yukselê destnîşan kir ku pêşnûmeya ku girtiyên siyasî nahewîne, ji civakê re jî xizmetê nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev pêşnûmeya efûyê civakê îfade nake. Ya civakê îfade bike, divê girtiyên siyasî jî bihewîne. Li vî welatî kesên ji ber muxalîfin hatine girtin. Sûcê wan çi ye? Li welatê ku kes ji ber fikarên xwe tên girtin, demokrasî dikare hebe? AKP jî ji bo pêşnûmeya efûyê bike ya xwe îtîrazê pêşnûmeya MHP’ê dike. Efûya ku AKP derxe jî ji ya MHP’ê ne cudatir e.”