Li dijî Patriyarkal tifaqa jinê: Têkoşîna hevpar divê pêk bê

  • 09:12 10 Mijdar 2018
  • Ramyarî
EDENE - Ji Meclîsa Jinan a SYK’ê Seda Yuce diyar kir ku li dijî kapîtalîzma patriyarkal têkoşînek bi rêxistin neyê dayîn, wê hemû destkeftiyên dîrokî yên tevgerên jinan bên xespkirin û wiha got: “Tevgera jinan bi peywirek girîng û lezgîn ya divê eniyek berfireh biafirîne re hatiye rû hev.”
 
Avakirina Partiya Ji Nû De ya Sosyalîst (SYKP) di navbera 13-14’ê cotmehê de 3’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî û di kongreyê de banga ‘li dijî faşîzmê têkoşîna hevpar û tifaqa jinê’ derket pêş. Ji Meclîsa Jinan a SYKP’ê Seda Yuce, balkişand ser girîngiya tifaqa jinan û balkişand ser xebatên dema pêş.
 
‘Têkoşîna hevpar divê pêk bê’
 
Semayê destnîşan kir ku ew wek SYPK girîngiyê didin yekîtiya têkoşînê û got armanca wan ev e ku bibin pêşengê vê têkoşîna hevpar. Sedayê her wiha got ji bo faşîzmê bidin sekinandin û mafê siyaseta rewa biparêzin, ji bo bedeldayînê amade ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di demek ku divê ji faşîzmê re bêjin êdî bes e de derbas dibin. SYKP di dema pêş de hilbijartinên herêmî jî tê de di gelek mijaran de wê peywira esas a sereke pêk bîne.”
 
Sedayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li cîhanê krîzeke kapîtalîzmê heye û ev tişt bi lêv kir: “ Li aliyekê jî berxwedanên karkerên Mîgros, Balafirgeh, Flormarê zêde dibin. Li aliyê din jî koletiya bi pere, xizanî û betalî zêde dibe. Di krîzek aborî û siyasî ya wisa de keda jinê jî zêdetir tê tunekirin. Yanî yên ewil tên mexdurkirin dîsa jin in.”
 
Sedayê destnîşan kir ku ji aliyê desthilatdariyê ve polîtîkayên civakî û perwerdeyê li ser malbat û Diyanetê tên teşekirin û wiha got: “Di heman demê de di perwerdehiyê de di alî zayendî û çînî de jî cudahî pêk tên. Muhafazakarî, paşverutî û zextê partriyarkal dijminahiya jinê xwedî dike. Me ev hemû di desthilatdariya 16 salan a AKP’ê de dît. Kuştinên jinan her diçin zêde dibin û pergala serdest a mêr jî cezayê kujeran dadixin û di siyasetê de em gotinên dijminê jinê dibihîzin. Ji ber vê tevgera jinan bi peywirek girîng û lezgîn a divê eniyek berfireh biafirîne re hatiye rû hev.”