Li Çewligê destûr nedan heyeta AGIT'ê

  • 13:16 24 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ÇEWLIG - Destûr nehat dayin ku heyeta AGIT'ê li gundê Elmaliya Çewligê lêkolînê bike. 
 
Hat hînbûn ku li gundê Elmaliyê yê Çewligê cerdevan, polîs û leşkeran dibistana seretayî ya Elmaliyê dorpêç kirine û destûr nehat dayin ku AGIT li wir lêkolînê bike. 
 
Her wiha hat hînbûn ku hilbijêrên dengê xwe bi kar tînin ji aliyê leşker û polîsan ve ji dibistanê tên dûrxistin.