Li Çewligê destûr nedan heyeta AGIT'ê 2018-06-24 13:16:55   ÇEWLIG - Destûr nehat dayin ku heyeta AGIT'ê li gundê Elmaliya Çewligê lêkolînê bike.    Hat hînbûn ku li gundê Elmaliyê yê Çewligê cerdevan, polîs û leşkeran dibistana seretayî ya Elmaliyê dorpêç kirine û destûr nehat dayin ku AGIT li wir lêkolînê bike.    Her wiha hat hînbûn ku hilbijêrên dengê xwe bi kar tînin ji aliyê leşker û polîsan ve ji dibistanê tên dûrxistin.