Li Silopiyayê bi konvoya hilbijartinê bi hezaran kes daketin qadan

  • 17:42 23 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ŞIRNEX-Li Silopiyayê bi sedan wesayetan konvoya HDP'ê hat avakirin û li bajêr tûr avêt û bi hezaran gel daketin qadan.
 
Li Silopiyayê bi sedan wesayetan konvoya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat avakirin û li bajêr tûr avêt û bi hezaran gel daketin qadan. Bi sedan kes li nêzê otogara navçeyê hatin gel hevdu û alên HDP'ê û wênêyên namzetê Serokkomariyê yê Selahattin Demirtaş hilgirtin û dest bi tûra li bajêr kirin. 
 
Kuçe bi dirûşma 'Em ê serî hildin û bi ser bikevin' hejiya.