Li Silopiyayê bi konvoya hilbijartinê bi hezaran kes daketin qadan 2018-06-23 17:42:39   ŞIRNEX-Li Silopiyayê bi sedan wesayetan konvoya HDP'ê hat avakirin û li bajêr tûr avêt û bi hezaran gel daketin qadan.   Li Silopiyayê bi sedan wesayetan konvoya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat avakirin û li bajêr tûr avêt û bi hezaran gel daketin qadan. Bi sedan kes li nêzê otogara navçeyê hatin gel hevdu û alên HDP'ê û wênêyên namzetê Serokkomariyê yê Selahattin Demirtaş hilgirtin û dest bi tûra li bajêr kirin.    Kuçe bi dirûşma 'Em ê serî hildin û bi ser bikevin' hejiya.