Li Stenbolê sindoq emanetî jinan e

  • 09:25 23 Hezîran 2018
  • Ramyarî
STENBOL - Hevseroka HDP’a Stenbolê Esengul Demîr diyar kir ku barê xebatên hilbijartina HDP’ê ya Stenbolê jinan hilgirtiye û bi lêv kir ku ji bo ewlehiya sindoqan bi sedan jin hatin peywirdarkirin.
 
Li Stenbolê pêşengên xebatên hilbijartinê yên HDP’ê jin in û di xebatan de rola çalak lîstin û pirsgirêkên jinan guhdar kirin, pêşniyarên çarseriyê yên HDP’ê anîn ziman.  Li Stenbolê jinan bi sedan standên hilbijartinê yên jinan ava kirin û li sê herêmên cuda bi giştî 13 buroyên jinan hatin vekirin.
 
Jin ji roja ewil de li qada bûn
 
Hevseroka HDP’a Stenbolê Esengul Demîr derbarê xebatên jinan meşandin de agahî da û got ji roja biryara hilbijartinê hatiye girtin şûnde jin tevlî xebatan bûne. Esengulê bi lêv kir ku jinan ewil civîn pêk anîne û biryarên girtine jî xistine meriyetê û got bernameyên wan rastî eleqeyek mezin hatine.
 
‘Rola çalak lîstin’
 
Esengulê bi lêv kir ku piştî aşkerakirina namzetên parlamenteriyê şûnde bi taybet namzetên jin xebat meşandine û jina di xebatan de rola çalak lîstine, hejmara namzetên jin di çapemeniyê de rastî eleqeyek mezin hatiye. Esengulê da zanîn ku meşa wan a li Qada Bakirkoyê rastî astengiyan polîsan hatiye lê tevî vê pêk anîne û bi sekna bi biryar jinan encamek bi bandor girtiye.
 
‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
 
Esengulê anî ziman ku wê jin di parastina dengan de jî peywirek bi bandor bigirin û got nîvê xebatkarên Navenda Bîlgî Îşlemê jî jin in. Esngulê di dawiya axaftina xwe de got wê jin xwedî li sindoqan derkevin û bang kir ku divê hemû jin dengan bi kar bînin û xwedî li sindoqan derkevin.