Li Stenbolê sindoq emanetî jinan e 2018-06-23 09:25:29   STENBOL - Hevseroka HDP’a Stenbolê Esengul Demîr diyar kir ku barê xebatên hilbijartina HDP’ê ya Stenbolê jinan hilgirtiye û bi lêv kir ku ji bo ewlehiya sindoqan bi sedan jin hatin peywirdarkirin.   Li Stenbolê pêşengên xebatên hilbijartinê yên HDP’ê jin in û di xebatan de rola çalak lîstin û pirsgirêkên jinan guhdar kirin, pêşniyarên çarseriyê yên HDP’ê anîn ziman.  Li Stenbolê jinan bi sedan standên hilbijartinê yên jinan ava kirin û li sê herêmên cuda bi giştî 13 buroyên jinan hatin vekirin.   Jin ji roja ewil de li qada bûn   Hevseroka HDP’a Stenbolê Esengul Demîr derbarê xebatên jinan meşandin de agahî da û got ji roja biryara hilbijartinê hatiye girtin şûnde jin tevlî xebatan bûne. Esengulê bi lêv kir ku jinan ewil civîn pêk anîne û biryarên girtine jî xistine meriyetê û got bernameyên wan rastî eleqeyek mezin hatine.   ‘Rola çalak lîstin’   Esengulê bi lêv kir ku piştî aşkerakirina namzetên parlamenteriyê şûnde bi taybet namzetên jin xebat meşandine û jina di xebatan de rola çalak lîstine, hejmara namzetên jin di çapemeniyê de rastî eleqeyek mezin hatiye. Esengulê da zanîn ku meşa wan a li Qada Bakirkoyê rastî astengiyan polîsan hatiye lê tevî vê pêk anîne û bi sekna bi biryar jinan encamek bi bandor girtiye.   ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’   Esengulê anî ziman ku wê jin di parastina dengan de jî peywirek bi bandor bigirin û got nîvê xebatkarên Navenda Bîlgî Îşlemê jî jin in. Esngulê di dawiya axaftina xwe de got wê jin xwedî li sindoqan derkevin û bang kir ku divê hemû jin dengan bi kar bînin û xwedî li sindoqan derkevin.