Namzeta ciwan a HDP’ê:Divê pisgirêkên ciwanan bên guhdarkirin

  • 09:13 29 Gulan 2018
  • Ramyarî
Şehrîban Aslan
 
AMED - Yek ji namzetên ciwan ên HDP’ê Dersîm Dag xwe bi gotina ‘Ez di têkoşînê de mezin bûm’ da nasîn û wiha got: “Divê pergala perwerdeyê bi giştî bê guhertin. Di meclîsê de dikare Komîsyona Jinan a Ciwan bê avakirin. Divê mirov pirsgirêkan ji kokê de  çareser bikin.”
 
Yek ji namzetên ciwan ên HDP’ê Dersîm Dag e. Dersîm 22 salî ye û li Amedê ji rêza 8’emîn namzet hat nîşan dan. Dersîm a ji Bismilê ye, di 1996’an de hatiye cîhanê. Dersîm ji Zanîngeha Artuklu ji Beşa Wêje û Zimanê Kurdî mezun bûye. Dersîmê diyar kir ku 2012’an de bi naskirina têkoşînê nasnameya xwe ferq kiriye.  Dersîm bi lêv dike ku ew di nav têkoşînê de mezin bûye û bi saya malbata xwe nasnameya xwe ya jinê jî nas kiriye.
 
Dêrsîmê wiha got: “Li Tirkiyeyê tercîhkirina partiyên alternatîf zêde tuneye. Bi taybet ger mirov jin bin ev alternatîf zehmetir dibe. Min HDP wek alternatîf dît. Yekane partiya fikr û nasnameya min qebûl dike HDP ye.”
 
‘Divê em pirsgirêkan ji kokê çareser bikin’
 
Dersîmê bi lêv kir ku dikare li Meclîsê Komîsyona Jinan a Ciwan bê avakirin û ne tenê HDP divê partiyên din jî bibin hevkarê vê yekê û wiha got: “Divê jinên ciwan bên perwerdekirin û rê bidin ber wan. Divê mirov pirsgirêkên ciwanan baş fam bikin û ji kokê çareser bike. Bêguman ji bo vê yekê perwerde û bername pêwist in.”
 
Her wiha Dêrsîmê daxuyakirin ku divê pergala perwerdeya Tirkiyeyê bi giştî bê guhertin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ciwan her sibeh bi pergalek nû şiyar dibin. Bi guherîna pergala perwerdeyê psîkolojiya ciwanan têk diçe. Divê pergala perwerdeyê xîtabê ciwanan bikin. Ez bang li hemû jinan dikim. Werin em bi hev re têkoşînê mezin bikin. Em reng, deng û têkoşîna jinan di vê hilbijartinê de derxin asta herî jor.”