Der barê çalakvana mafên mirovan Mehrang Belûç de doz hat vekirin

  • 12:11 13 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvana mafên mirovan doktor Mehrang Belûç ragihand ku hikumeta Pakistanê der barê wê de doz vekiriye.
 
Doktor Mehrang Belûç, çalakvana mafên mirovan û pêşenga meşên nerazîbûnê yên ji bo Belûcên winda, li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku hikûmeta Pakistanê doz lê vekiriye.
 
Doktor Mehrang Belûç li ser hesabê xwe yê X’ê wiha got: “Doza sexte ya polîsan a li Qereçî ya li dijî min nîşan dide ku dewlet çawa ji çalakiyên min ên aştiyane ditirse. Ev xem bi taybetî piştî naskirina kovara Tîme zêde bûye. Çalakiya min a aştiyane dê bi van taktîkên ne qanûnî, ne destûrî û bi darê zorê neyê rawestandin. Ev kiryar ne tenê yek e bi kampanyayeke sîstematîk ji bo çewisandina min e. Ji ber vê yekê kesên ku ji ber têkçûnên xwe sûcdar in berdewam dikin lê belê ez bawer im dê gelê min xwe ji vê zulmê xilas bike û weke çiyayek li pişt min raweste.”
 
Dr. Mehrang Belûç herî dawî got: "Ez ê li dadgehê têkoşîna vê dozê bidim."