Gelê Botanê ber bi Amedê ve dimeşe

  • 14:19 13 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Girseya gel a ji herêma Botanê ber bi navçeya Çinarê ve dest bi meşa "azadiyê" ya ber bi Amedê kir. 
 
Welatiyên ku ji bo tevlî meşa "Azadiyê" bibin ji Mêrdîn û Şirnexê derketin rê, gihiştin navçeya Çinarê ya Amedê. Welatiyan li dijî astengiya polîsan heta navenda Amedê dest bi meşê kirin. Welatî bi stranên Kurdî meşa xwe berdewam dikin.