Hejmara dildarên Oy ve Otesî di 10 rojan de gihaşt 10 hezarî

  • 09:08 29 Gulan 2018
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Oy ve Otesî ku ji bo hilbijartinan dest bi xebatan kir wê li ser 190 hezar sindoqî ewlehiya hilbijartinan bigire. Endama Lijneya Rêveber Sevcan Çamlidag  diyar kir ku tevî 10 roj berê qeydên muşahidiyê dest pêkirine hejmara dildaran gihaştiye 10 hezarî û banga dildariyê li hemû kesî kirin.
 
Oy ve Otesî ya ji bo li ser sindoqan dijhiqûqî neyên jiyîn û îradeya gel di sindoqan de bê dîtin hat avakirin ji 2014’an heta niha li ser sindoqan e. Oy ve Otesî ku di 7’ê Hezîranê de bi gelek dildarî xebatên cidî pêk anîn niha ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê dest bi xebatan kirin. Endama Lijneya Rêveber Sevcan Çamliadag derbarê ewlehiya hilbijartinan de agahdarî kir.
 
Sevcanê diyar kir ku mîsyona wan a herî girîng ev e ku îradeya gel hema rewşa xwe di sidoqan de derkeve holê û wiha got: “Em dema hatin avakirin yekane saziya sivîl a hilbijar dişopand bû. Em niha dibînin ku xwedî derketina li sindoqan zêde bûye û ev bi hêvî ye. Me di 1’ê Hezîrana 2014’an de hilbijartinên herêmî yên Yalovayê, 10’ê Tebaxa 2014’an yên serokomariyê, 7’ê hezîrana 2015’an, 1’ê Mijdarê şopand. Em ê niha jî wê ya 24’ê Hezîranê bişopînin.”
 
Sevcanê di berdewamiyê de diyar kir wê di 24’ê Hezîranê de jî bi pergala xwe ya ‘T3 (Erêkirina Girtekê ya Tirkiyeyê)’ re bi encamên hilbijartinê yên ji aliyê Lijneya Hilbijartina Bilind tên kirin, bi hevkariya dildaran wek her tim wê ji rayagiştî re parve bikin. Sevcanê got tecrubeyên wan ên hilbijartinên berê hene.
 
‘Hejmara me gihaşt 10 hezarî’
 
Sevcanê di berdewamiyê de destnîşan kir ku wan ji bo 24’ê Hezîranê hedefa xwe mezin kirine û wiha pê de çû: “Em hedef dikin ku li 81 bajarî organîzasyona muşahîdan bikin. Bi vê armancê xebatên me li 81 bajarî didome. Hejmara dildarên me di 10 rojan de gihaşt 10 hezarî. Hedefa me ev e ku em li ser zêdetir sindoqî muşahîdan bi cih bikin. Ligel serlêdana muşahîdan serlêdana parêzeran jî gelek baş e.”
 
‘Em ê ewlehiya 190 hezar sindoqî bigirin’
 
Sevcanê di berdewamiyê de balkişand ser ewlehiya sindoqan û got wê li Tirkiyeyê nêzî 190 hezar sindoq bên avakirin û wek platform wê hewl bidin li ser hemû sindoqan bixebitin.
 
Sevcanê di dawiya axaftina xwe de got hemû kes ji ser navnîşana ‘sandik.oyveotesi.org’ dikarin qeyda xwe bikin û bibin dildar. Her wiha diyar kir ku hejmara dildarên jinan her tim ji ya mêran zêdetir e.