Wê dengê Nisêbînê bibe Meclîsê

  • 09:10 28 Gulan 2018
  • Ramyarî
MÊRDÎN- Parêzer Gulbîn Şahîn Daghan ku ji Mêrdînê namzeta HDP’ê ye diyar kir ku wê binpêkirinên mafan û gelek dosyayên Nisêbînê birine salonên dadgehê û got wê niha dengê Nisêbînê bibe meclîsê.
 
 Li Mêrdînê ji 6 namzetên HDP’ê 4 heb jin in û yek ji van jî parêzer Gulbîn Şahîn Daghane.  Gulbîn ji rêza 5’an namzet e. Gulbîn di 1989’an de li Nisêbînê hat dinê û li wir mezûn bûye. Gulbînê demek dirêj di xebatên jinan de cih girtiye.
 
Gulbînê dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Nisêbînê temam kiriye û di 2009’an de ket Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê.  Gulbînê pişî perwerdeya lîsansa 4 salan şûnde 3 salan di komîsyona hiqûqê ya DBP’ê de cih girt û piştî vê  vegeriya Nisêbînê û parêzerî kir.
 
‘Armanca min eve ez binpêkirina mafan danim holê’
 
Gulbîn ya hîna li Nisêbînê dijî,diyar kir ku ew ji bo binpêkirinên mafan yên li Nisêbînê hatine jiyîn bi rayagiştî bide bihistin bûye namzet û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ligel pîşeya min heta ji destê min tê ez xebatên jinan dimeşînim û di tevgera jinan de cih digirim. Karê em dikin di esasê xwe  de vê ferz dike. Ez her tim li alî kesên cuda hatine dîtin, kesên hatine pelçiqandin cih digirim. Armanca min a mezin di vê pîşeyê de ev bû. Di civakê de yên ewil tên pelçiqandin jin in.”
 
Çima HDP?
 
Gulbînê sedema tercîha xwe ya HDP’ê jî vegot û ev tişt anî ziman: “Di salên dawî de li herêma Mêrdîn bi taybet li Nisêbînê binpêkirinên mafan yên cidî hatine jiyîn. Di van binpêkirinan jin û zarok jî hene.  Ez hewldanên HDP’ê ji bo jin û zarokan dibînim.  Sedema min ya herî mezin a tercîhkirina HDP’ê ev bû.
 
Gulbînê destnîşan kiu HDP ji reng, ziman, çand û baweriyên cuda jiyanan temsîl dike û got ew dixwaze binpêkirinên mafan yên li Nisêbînê hatine jiyîn di meclîsê de bide bihistin.