Wê bi tecrubeyên têkoşîna 18 salan Rihayê temsîl bike

  • 09:24 27 Gulan 2018
  • Ramyarî
RIHA- Namzeta Parlamenteriyê ya HDP’ê ya Rêza 2’emîn a Rihayê Ayşe Surucu tevî zext, binçavkirin û dozên lê hatine vekirin ji ciwaniya xwe de di têoşîna azadiya gelê kurd û têkoşîna jinan de cih girt. Ayşe got mifteya her tiştî Îmraliye û got aramiya welat bi Abdullah  Ocalan pêkane.
 
Ayşe Surucu ya li Wêranşara Rihayê hat dinê di temenê biçûk de di rêxistina ciwananan a  DEHAP’ê de cih digire û bi HADEP’ê berdewam dike. Herî dawî di HDP’ê de xebatan dimeşîne û niha li Rihayê ji rêza duyemîn namzeta HDP’ê ye. Ayşe ku yek ji mînakên têkoşîna jinê ye li dijî zîhniyeta serdest ya mêr têkoşîn meşand û niha bi tecrubeyên xwe wê li meclîsê Rihayê temsîl bike.
 
Ayşe li Wêranşara Rihayê li gundekî wê hat dinê. Dibistana seretayî li gund dixwîne û di 1994’an de malbat li Wêranşarê bi cih dibe. Ayşe piştî xaltiya wê di 1994’an de tê girtin şûnde her tim diçe serdana xaltiya xwe. Ayşe di 2000’î de di 18 saliya xwe de di nav rêxistina ciwanan ya DEHAP’ê de cih digire.
 
Ev 18 sale di siyasetê de ye
 
Ayşe li dijî zîhniyeta serdest zêdetir tevlî xebatan dibe û di baskên jinan HADEP’ê de cih digire û  piştre li Kurdî-Derê sê salan xebatan dimeşîne. Ayşe herî dawî di 2009’an de dibe endama meclîsa şaredariya Wêranşarê û salekê hevsreokatiya HDP’a Rihayê dike. Ayşe ya  di têkoşîna siyasî de 18 sal in cih digire gelek caran hatiye binçavkirin.
 
‘Min astengî piştgûh kir’
 
Ayşe diyar dike ku tevî zextan dest ji xebatan bernedaye û got ew rastî zextên malbatê yên wekê ‘zaroka keç çawa dikare biçe partiyê’ hatiye, lê bi israr wê xebata xwe meşandiye û  serî netewandiye.
 
Bi Azadiya Welat kurdiya xwe pêşve dibe
 
Ayşe ya girîngiyê dide zimanê dayikê jî got: “Hevalên girtîgehê digotin kurdiya te zêde ne baş e. Min rojnameya Azadiya Welat xwend.  Rojname ji bo min pir fêdeya wê çêbû. Min li Kurdî-Derê xebat meşand. Min sê salan li Qoserê li ser ziman xebat meşand.”
 
HDP partiya jinan e
 
Ayşeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “HDP beriya her tiştî partiya jinan e. Pergala hevserokatiyê heye. Polîtîkaya wekheviyê dimeşîne. Partiya hemû gelan e. Li Rihayê dixwazin îradeya jinê biçewisînin. Em ê îrada jinê ji nû ve bi dest bixin. Em ê ji bo vê xebatan bimeşînin. Keda jinê tu car nayê dîtin.”
 
‘Aramiya welat bi Ocalan pêkan e’
 
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Li Tirkiyeyê heta pisgirêka kurd neyê çareserkirin aştî pêk neyê tu pirsgirêk çareser nabe.Ev jî bi riyên siyaseta demokratîk pêkan e. Me heta niha têkoşîna xwe meşand û em ê bimeşînin. Aramiya welat bi şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan pêkane.”