Namzetên HDP'ê li Qersê gel hembêz kirin

  • 17:39 26 Gulan 2018
  • Ramyarî
QERS - Namzetên Parlamenteriyê yên HDP'ê yên Qersê Arzu Monco û Bişar Abdi Alinak bi gera li gundan bi gel re hatin gel hev û gel hembêz kirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê navber xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Namzetên Parlamenteriyê yên HDP'ê yên Qersê Arzu Monco û Bişar Abdi Alinak li gundê Buyukçatak ê navçeya Cilawûzê ya Qersê bi gel re hatin ba hev. Gundê ku bi coşek mezin namzetên HDP'ê pêşwazî kirin soza piştgiriya HDP'ê dan.