HDP’ê li cihên kesên hatin vetokirin, namzetên nû diyar kir

  • 11:05 26 Gulan 2018
  • Ramyarî
ENQERE - HDP’ê li cihê hinek namzetên ku YSK’ê veto kirî, namzetên nû diyar kir. Li cihê Idrîs Balûken Mehmet Ruştu Tiryakî, li cihê Tûrgût Oker jî Zeynel Ozen weke namzet hat nîşandan.
 
Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dosyaya hinek namzetên di lîsteya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de veto kiribû. HDP’ê li cihên kesên hatine vetokirin namzetên nû diyar kir.
 
Li cihê Idrîs Balûken ku ji rêza yekem a Êlihê piştî namzetiya wî hat nîşandan 9 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, endamê YSK’ê ya HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî weke namzet hat nîşandan.
 
Li cihê namzetê rêza yekem a Stenbolê Serokê Netewî yê Konfederasyona Elewiyên Ewropa (AABK) Tûrgût Oker, Zeynel Ozen namzet hate nîşandan.
 
Li cihê namzetê rêza yekem ê Şirnexê Abdûllah Gungen jî Hsan Ozguneş namzet hat nîşandan. Li cihê Leyla Bîrlîk ku parlamentera bajar e Nûran Îmîr a ji rêza 4’an weke namzet hate nîşadan ji rêza duyem hat nîşandan. Serdar Kunî jî ji rêza 4’an weke namzet hat nîşandan.
 
Li cihê namzetê Bûrsayê yê herêma yekemîn Yuksel Akgûn jî Adnan Şahîn hat nîşandan.
 
Li cihê kedkara KESK’ê Bedriye Yorgûn ku ji rêza duyem a Dîlokê ji bo namzetiyê hatibû nîşadan ji ber vetokirinê li cihê wê Berîvan Ozpolat Şîmşek weke namzet hate nîşandan.