‘Wê jin di 24’ê Hezîranê de AKP’ê têk bibe’

  • 09:03 26 Gulan 2018
  • Ramyarî
MANÎSA - Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu diyar kir ku wê AKP di 24’ê Hezîranê de ji aliyê jinan ve bê qedandin û wiha got: “Em polîtîkayên ku pêşî li şîdeta li ser jinê digire, polîtîkayên ku keda jinê nîşan dide û azad dike pêşniyar dikin.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu ku ji Enqereyê namzet hatiye nîşandan, daxuyakirin ku wê dorpêçkirina li hember HDP’ê ji aliyê jinan ve bê qedandin û got wê dîsa jin û ciwan di mekanîznameya biryarê de cih bigire.
 
Fîlîzê destnîşan kir ku HDP partiyek jinê ye û hejmara jinên li parlamenteriyê jî vê nîşan dide. Fîlîzê wiha got: “Em jin bi salane ji bo vê dorpêçirinê biqedînin têdikoşin. Dengê me çiqas bê birîn jî em di 8’ê Adarê, 25’ê Mijdarê de li kolanan bûn û em bêdeng neman. Em ê ji vir şûnde jî wisa bin.”
 
Fîlîzê balkişand ser hilbijartinê û got AKP ji ber têkçûna krîza aborî biryar da çêkirina hilbijartina pêşwext. Fîlîzê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Derbarê pirsgirêkên jinan de planên HDP’ê hene. Em dixwazin jin azad bibin û çi dixwazin bi hev re bikin. Em polîtîkayek jinan azad dike, keda wê dibîne pêşniyar dikin. Bi taybet wê di 24’ê Hezîranê de AKP bi dengên jinan têk biçe.”