Destûr nedan ku hevserokên HDP'ê bi Selahattin Demîrtaş re hevdîtinê bikin

  • 14:23 25 Gulan 2018
  • Ramyarî
STENBOL - HDP'ê li Edîrneyê dest bi kampanya xwe ya hilbijartinê kir ku namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş lê girtî ye. Lê belê destûr nehat dayin ku HDP'yî Demîrtaş bibînin.
 
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî xwestin Selahattin Demîrtaş bibînin, lê belê destûr ji wan re nehat dayin. Heyeta HDP'ê ku ji Pervîn Bûldan, Sezaî Temellî û namzetên parlamenteriyê pêk dihat, xwest li ber girtîgehê daxuyaniyê bide çapemeniyê, lê ji vê yekê re jî destûr nehat dayin. Lewma heyetê li cihekî ku bi 5 kîlometreyan dûrî girtîgehê ye daxuyanî da.
 
Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku ji bo dîtina namzetê xwe yê Serokkomariyê ew hatine Edîrneyê û tevî ku daxwaza xwe ya hevdîtinê beriya heftyekê ji Wezareta Edaletê re ragihandin jî hem bersiv ji wan re nehat dayin, hem jî destûr nehat dayin ku li ber girtîgehê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
 
Pervîn Bûldan diyar kir ku ev astengiya ku rayedarên hikumetê derxistine pêşiya wan, cihê şermê ye û wiha dewam kir: "Birêz Demîrtaş namzetê bi milyonan kesî ye. Hêviya bi milyonan e. Birêz Demîrtaş namzetekî partiyekê ye ku 6 milyon deng standiye. Hûn dikarin Birêz Demîrtaş li nava çar dîwaran dîl bigirin, lê belê hûn ê nikaribin wî ji dilê bi milyonan mirovî derxînin. Hûn ji wêrekiya Demîrtaş ditirsin. Tirsa we ji şêweyê wî yê rêvebirina welêt e. Lewma hûn Demîrtaş dîl digirin."
 
'Bê edaletî wê di 24'ê Hezîranê de biqede'
 
Pervîn Bûldan bal kişand ser biryara li ser redkirina daxwaza berdana Selahattin Demîrtaş û got, "Birêz Demîrtaş û hemû hevalên me yên dîlgirtî ne, wê ji aliyê gelên Tirkiyeyê ve bên berdan. Bila her kes bi vê zanibe. Ji bo em Birêz Demîrtaş roja 24'ê Hezîranê ji girtîgehê derxînin em bi rê ketin. Em ji vir soz didin Birêz Demîrtaş; êvara 24'ê Hezîranê wê gelê me li vê derê te bi govendê pêşwazî bike. Hûn ne bi tenê ne, bi milyonan mirov bi we re ne. Bê edaletî wê di 24'ê Hezîranê de biqede. Bi milyonan mirovên ku bi hesreta aştî, edalet û demokrasiyê ne, wê we ji girtîgehê derxînin."
 
'Divê her kes li cihê lê ye dengê xwe bilind bike'
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî got, "Hiqûq ji bo me hemûyan divê. Em dibêjin; edalet ji bo her kesî, edalet ji bo Demîrtaş. Em xwedî li dengê xwe, li îradeya xwe ya siyasî, li paşeroja xwe derkevin. Ji bo Demîrtaş demek ji ya din zûtir azad bibe, divê her kes li cihê lê ye dengê xwe bilind bike."