Tercîha Rihayê pergala hevserokatiyê ye

  • 09:44 25 Gulan 2018
  • Ramyarî
RIHA - Jinan diyar kir ku di 24’ê Hezîranê terciha wan  HDP ye û gotin ji ber pergala hevserokatiyê heye denga xwe didin HDP’ê.
 
Li Rihayê xebatên hilbijartinê bê navber didomin û daxwaza herî girîn a jinan ev e ku kuştina jinan û tundi raweste. Jinan balkişand ser pergala hevserokatiyê û gotin wê li gorî vê dengên xwe bi kar bînin.
 
‘Em ê desturê nedin deng bên dizîn’
 
Adalet Çay bi lêv kir ku ew dengö xwe dide HDP’ê û wiha pê de çû: “Em ê dengên xwe bidin HDP’ê. Em li alî aştiyê ne. Em dixwazin zextên li girtîgehan bi dawî bin. Wê hewl bidin dengên me bidizin lê em desturê nadin.”
 
‘Ezê dengê xwe bidim pergala hevserokatiyê’
 
Fatma Erîş jî ev tişt anî ziman: “Pergala hevserokatiyê tenê di HDP’ê de hee ye. Ez ê dengê xwe bidim HDP’ê. Divê hilbijartin dawî li kuştinên jinan bîne. Ez ji bo jinan edeletê dixwazim. Ji bo jinan, ji bo ciwanan em dibêjin HDP. Yekane daxwaza min rawestandina kuştina jinan e. Em ji bo vê dibêjin HDP.”
 
Adle Yildiz jî  destnîşan kir ku ew dxiwaze dengê xwe beyî tirs û zext bi awayekî azad bi kar bîne û daxwaz kir ku kuştina jinan bi dawî bibe.
 
Adîle Korkmaz jî daxuyakirin ku ji bo aştî, aramî û girtî azad bibin wê denga xwe bide HDP’ê û got ku ew ê bi ser bikevin.