Li dijî tifaqên rastgir tifaqa azadî û kedê: Em plana Qesrê xera bikin

  • 09:06 25 Gulan 2018
  • Ramyarî
ENQERE  - Endama Kaldiraçê Semra Demîr got li dijî du tifaqên rastgir ên diçin hilbijartinê HDP’ê blogek azadîxwaz, ked û aştî ava kiriye û got: “Em wek Kaldiraçê piştgiriyê didin vê blokê. Her kesên li alî aştiyê, ji bo plana Qesrê xera bikin divê piştgiriyê bidin HDP’ê.
 
Partiyên rastgir ên beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê du tifaqên bi navê ‘Cumhur’ û ‘Mîllet’ ava kirin, HDP li derve hiştin. HDP ya di hilbijartinan de gelek bi îdia ye ji gelek aliyan jî piştgiriyê dibîne. Endama Kaldiraçê Semra  Demîr got her du tifaqan hewl daye HDP’ê di bin bendê de bihêle û got wê piştgiriyê bidin HDP’ê û di vî alî de xebatan bimeşînin.
 
‘Krîza rejîma qesrê kûr bû’
 
Semrayê destnîşan kir ku polîtîkayên şer  û krîza aborî ya rejîmê her diçe kûr dibe, êdî nayê veşartin û ev tişt vegot: “Polîtîkayên şer, pêkanînên OHAL’ê, pêşketina berxwedanên civakî, bi wan biryara hilbijartina serdegirtinê daye girtin. Li dijî her du tifaqên rastgir ên hatine avakirin, blog-tifaqa aştîxwaz, azadîxwaz û keddê hatiye avakirin. Ji ber vê em Kaldiraç piştgiriyê didin vê blogê û Selahattîn Demîrtaş.”
 
Semrayê di berdewamiyê de wiha got: “Qesr plan dike HDP di bin bendê de bimîne. Hedef dike ku serokatiyê qezenc bike. Ji ber vê yekê piştgiriya ji bo HDP’ê gelek girîng e. Her kesên li alî aştî û azadiyê divê piştgiriyê bidin HDP’ê. Di OHAL’ê de hilbijartin ne bi ewle ye. Divê her kes di platformên hatine avakirin de cih bigirin û ewlehiya sindoqan bigirin, bi awayekî kordîne bixebitin.”
 
Semrayê  bi lêv kir ku wê jin têkoşîna xwe di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de bilintir û mezintir bikin û divê ev xebat piştî hilbijartinê jî bidomin.