Hesabê çiyayên hatin şewitandin wê di hilbijartinê de bê pirsîn

  • 09:04 25 Gulan 2018
  • Ramyarî
MÊRDÎN - Li Omeryanê jinan gotin wê dengên xwe bidin HDP’ê û hinceta wan a herî girîng jî ev e ku hesabê çiyayên wan ên her sal tên şewitandin bipirsin.
 
Jinên Omeryan a Mêrdînê derbarê hilbijartinê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku wê di hilbijartinan de hesabê çiyayên hatine şewitandin bipirsin.
 
‘Yên dengan didin AKP’ê bila li zarokên hatine qetilkirin binêrin’
 
Kevser Aydin destnîşan kir ku divê demildest gelê Kurd rihê yekitiyê ava bike û ev tişt anî ziman: “Em ê wek hemû hilbijartinên din di vê hilbijartinê de jî bersiva AKP’ê bidin. Em ê li her derê civînan bikin, bi her kesî re bên cem hev. Kurd, Ereb, û Tirk wê li Omeriyê dengan bidin cihekî. Kurdên dengan didin AKP’ê jî bila li zarokên li Efrîn, li Cizîr û Sûrê hatine qetilkirin binêrin. Her kesên dibêjin em Kurd in divê bêdeng nemînin.”
 
‘HDP ji bo ciwan û jinan hêvî ye’
 
Xwendekara Lîseyê Rojbîn Kaya jî anî ziman ku ew hêviyê bi HDP’ê re dibîne û divê her kes xwedî li sindoqan derkeve û aktîf tevlî xebatan bibin.
 
‘Em xwedî li hev derkevin’
 
Hemdiya Altun jî daxuyakirin ku ew ji bo xwe tiştekî nekin kes ji wan nake, her kes dijminê Kurdan e û divê em ji ber vê bi hev bigirin.
 
Şemhîsan Akman jî wiha got: “Bila Kurd bibin yek. Bi pakêtek mekarne û komirê azadî û aramanî nayê. Serkeftin wê ya me be. Em ê Rêberê xwe jî ji Îmraliyê xilas bikin. Kes nikare qeyûman, daristanên hatine şewitandin û çiyayên me yên hatine şewitandin bi me bidin jibîrkirin. Em ê hesabê vê yekê di hilbijartinê de bipirsin.”