Meral Daniş Beştaş:Em serokomariyê ji ‘yek mêrî’ re nehêlin

  • 09:03 25 Gulan 2018
  • Ramyarî
 
 
AMED - Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku hilbijartinên 24’ê Hezîranê tercîhek di navbera faşîzm û demokrasiyê de ye û wiha got: “Çawa ku hevserokatî û hevşaredarî heye
çima merciya serokomariyê ji yek mêrî re bê hiştin.”
 
Wekîla seroka Koma HDP’ê  û parlamentera Edeneyê Meral Daniş Beştaş ji bo hilbijartinên parlamenteriyê ji Sêrtê namzet hat nîşandan, pergala ‘Hevserokomariyê’ ya di danezana hilbijartinê de cih digire nirxand. Meralê daxuyakirin ku li Tirkiye û Kurdistanê şertên faşîzmê tên jiyîn û jinên herî zêde zilmê dibînin bi şîdet, êrîşa zayendî û îstîsmarê re rû bi rû tên hiştin.
 
Meralê got zextên li ser jinan roj bi roj zêde dibin û gotinên desthilatdariyê raste rast bandorê li civakê dike û wiha pê de çû: “Dema li merciya xwe bêjin ‘jin û mêr ne wek hev in’ wê demê  li her derê mêr wê heman tiştî bêjin.”
 
‘Wê tercîha di navbera faşîzm û demokrasiyê de be’
 
Meralê bi lêv kir ku îradeya jinan a li ser sindoqan gelek girîng e û ev hilbijartin tercîha di navbera faşîzm û demokrasiyê de ye û wiha wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin ne bi faşîzmê bi demokrasiyê dikarin bigihêjin azadiya xwe. Jin di hawirên demokratîk de dikarin têkoşîna xwe ya azadiyê bilindtir bikin.”
 
‘Çima teslîmî yek mêrî bê kirin?’
 
Meralê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku HDP partiyek jinê ye û danezana hilbijartinê ya jinan a partiya xwe nirxand: “Me di daneza xwe de hemû alî vegotin. Çawa ku hevserokatî û hevşaredarî heye çima merciya serokomariyê ji yek mêrî re bê hiştin? Di vê qadê de jî dikare ‘hevserokomarî’ hebe. Ya girîng ev e ku rêveberî hevpar be. Ev hilbijartin di heman demê de hilbijartina rizgarbûnê ye. Divê jin heta 24’ê Hezîranê dest ji hemû karên xwe berdin û ji bo hilbijartinê bixebitin.”