Partiyên siyasî piştgiriyê didin HDP'ê

  • 16:18 24 Gulan 2018
  • Ramyarî
STENBOL - Bi dehan partî û rêxistinên civakî û demokratîk bi civîna çapemeniyê piştgiriya xwe anîn ziman. Rêxistinên piştgirî dan HDP'ê diyar kirin ku dê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de ji bo HDP û Demirtaş bixebitin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî diyar kir ku ew çawa di 8'ê Adarê, Newrozê û 1'ê Gulanê de bûn yek dê di hilbijartinê de jî bibin yek. 
 
HDK, EMEP, Malên Gel, Partiya Şoreşger jî di navde bi dehan partî, komele, ode û rêxistinên sivîl û demokratîk ên piştgirî dan Patiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Otela Taksim Hill'ê bi civîna çapemeniyê piştgiriya xwe dan HDP'ê. Di civînê de nûnerên sazî û komeleyan û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî amade bû. 
 
Berdevka Partiya Azadiparêziya Civakî (TOP) Perihan Koca jî diyar kir ku ew di pêvajoya ku krîza aborî kurd dibin de dijîn. Em di şertê OHAL'ê de dikevin hilbijartina zordest. Ji bo HDP di bin bendê de nemîne û Demirtaş dîl neyê girtin em dê piştgiriyê bidin HDP'ê û Demîrtaş. 
 
Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan jî diyar kir ku ew dê di 24'ê hezîranê de biryar birin ku dê Tirkiye çawa bi rêve bibin û wiha got: Hêza ku em Tirkiye bi rêve bibin û pêşeroja xwe diyar bikin heye. Hêza guhertinê em in. Em dê ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê ji bo HDP û Demirtaş deng bixwazin." 
 
Piştî axaftinan civîn bi kişandina wêneyê komî bi dawî bû.