HDP'ê li Amedê û li Mêrsînê namzetên xwe da nasîn

  • 13:56 24 Gulan 2018
  • Ramyarî
AMED/MÊRSÎN - HDP'ê bi pêşwazîkirina bi hezaran li avahiya xwe ya bajêr a Amedê namzetên xwe yên parlementeriyê da nasîn. Li Mêrsînê jî tevî def, zurne û govendê HDP'ê namzetên xwe da nasîn. 
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Balafirgeha Amedê ji aliyê bi hezaran kesan ve hatin pêşwazîkirin. Girseya ku namzetên HDP'ê pêşwazî kirin dirûşmên "Em ê bi serîhildanê bi ser bikevin", "Amed bi we serbilind e" hat berzkirin. Li pêş avahiya bajêr berî danasîna namzetan axaftin hatin kirin.
 
Parlamentera HDP'ê Sibel Yigitalp got:"Amedê her dem rêya dîrokê diyar kiriye niha jî dê diyar bike. Wê di 24'ê Hezîranê de dîsa rola xwe bilîze. Em spasiyê xwe ji avahisazê vê partiyê Birêz Ocalan dikin. Em spasiyê xwe ji hevalên xwe yên ev partiya anî vê astê dikin. Wan tu carî çong netewandin û di 24'ê Hezîranê de em ê vê yekê nîşan bidin."
 
'Dê Amedê dîsa dîrokê binivîsîne'
 
Namzeta parlamenteriyê ya Êlihê Feleknas Ûca jî wiha got:"Em evîndarê gelê xwe ne. Em ê peywira xwe bi cih bînin. Em di demên dîrokî de derbas dibin. Elbet ev ewrên reş dê belav bibin û dê tavê li ser memleketê me derkeve. Dê parlamenterên me yên di zindanan de azad bibin. Gelê Amedê bi serîhildana xwe û bi hêza xwe tê nasîn. Dê Amedê careke din dîrokê binivîsine. "
 
Di dema danasîna namzetan de namzet bi kurtasî wiha axivîn:
 
Saliha Aydeniz: "Slav ji Îmraliyê slav ji we re. Dê di 24'ê Hezîranê de ev faşîzma bi dawî bibe. Dê mehek din gelê me bersiva xwe bidin. 
 
Remziye Tosun:"Min ji Sûrê ji we re slavên germ anî. Em dibêjin an azadî yan azadî û em ê di 24'ê Hezîranê de bi ser bikevin." 
 
Semra Güzel:"Berî her tiştî em ê bi ser bikevin û ji we hemûyan re serkeftin."
 
Dersim Dag:"Em ê bi hev re bixebitin û bibin yek dil."
 
Ferda Fahrioglu Akın:"Em ê di 24'ê Hezîranê de 12 parlamenterên xwe bişînin meclîsê. Em ê hêza xwe nîşanî wan bidin. 'Jin jiyan azadî'." 
 
Piştî axaftinan girse û namzetên parlamenteriyê bi coşek mezin govend gerandin û bername bi dawî bû. 
 
Li Mêrsînê beşdarbûnek girseyî ji bo danasîna namzetên parlamenteriyê pêk hat
 
Li Mêrsînê di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên 24'ê Hezîranê de danasîna namzetên parlamenteriyê pêk hat. Çalakiya danasînê li Parka Zarokên Azad a Navçeya Akdenîzê pêk hat û bi beşdarbûna gelek kesan bi def û zurneyê govend hat gerandin. 
 
Tevî stranên Kurdî namzetên parlamenteriyê yek bi yek derketin ser dikê û gel slav kirin. 
 
Piştî danasînê Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan got:"Em ê bi ciwan û jinên ku azadiyê dixwazin re bi ser bikevin. Em ê vî welatî ji antîdemokratîk bûnê rizgar bikin."
 
Piştî axaftinên namzetan  çalakî bi çepik û bi dirûşma "Bijî HDP" bi dawî bû.