Li Kuçeyên Wanê hevdîtina jinan didome

  • 11:09 24 Gulan 2018
  • Ramyarî
WAN - Jinên navçeya Îpekyoluyê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê derî bi derî didomînin. Her wiha di çarçoveya xebatên 24’ê Hezîranê de li Kuçeya Sihkeyê buroya hilbijartinê hat vekirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê navber xebatên xwe yê ji bo hilbijartinê didomîne. Do jinên ji Rêxistina Bajêr ya HDP’ê ya Îpekyoliyê li kuçeyên Buzhane, Hacibekir, Karşiyaka û Sihkeyê derî bi derî geriyan û xebatên hilbijartinê kirin. Jinan tevî wêneyê Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş, belavok belav kirin û dawiyê li Kuçeya Sihkeyê buroya hilbijartinê vekirin. 
 
Piştî vekirina buroya hilbijartinê jinan tevî tililiyên xwe govend gerandin.