Bi qasî pereyê te tu namzetî: Ji ber 6 hezarê wê tunebû di lîsteya CHP’ê de cih negirt

  • 09:06 23 Gulan 2018
  • Ramyarî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Kisbes Aydin ya li Îzmîrê ji CHP’ê serlêdana bernamzetiyê kir, ji ber 6 hezarê wê tunebû di lîsteyê de cih negirt. Kisbes Aydin got: “Siyaset mekanîzmaya ji pisgirêkan re çareseriyê pêk bîne ye. Li dijî siyaseta qirêj a pere xwedî gotin e, divê pergala fermuarê bê anîn.”
 
Seroka Meclîsa Jinan a Konseya Bajar a Îzmîrê Kisbes Aydin ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji CHP’ê ji bo bibe namzet serlêdan kir. Lê 6 hezar jê hat xwestin û ji ber nebûna pere di lîsteyê de cih negirt.
‘Divê siyaset bi pere neyê kirin’
 
Kisbesê got ji bo pergala fermuarê di hilbijartinan de bibe qanûn divê jin têbikoşin û divê ji bernamzetiya jina pere neyê girtin, jin di alî aborî de bê derfet in. Kisbesê got ew mamsoteya teqawît e û  6 hezar Tl di carekê de nikaribû bide.  Kisbesê bi lêv kir ku yên siyastê wek alava rantê dibînin, siyaseta qirêj dimeşînin.
 
‘Di CHP’ê de kota, di MHP’ê de jin tuneye’
 
Kisbesê destnîşan kir ku siyaseta paqij jin dikarin bikin û û ew jî pereyên wan tuneye û got: “Min bihîst ku HDP pere ji jinan nagire. Ev pêşketinek gelek baş e. Di esasê de divê bi me re jî tunebûna. Divê her partî pergala fermuarê pêk bîne. Ji bo jin di siyastê de cih bigirin divê hemû cudahî li aliyekî bê hiştin û di hevpariya zayenda civakî de bên cem hev. Li dijî otokrasiya mêr jî divê pergala fermuarê bê bikaranîn. Di siyaseta qirêj ya pere xwedî gotine divê her jin di partiya xwe de wek askê tevgera jinan a serbixwe tevbigere.” 
Kisbesê bi lêv kir ku di rewşa jin bibin yek de wê cîhan li cihê xwe biheje.