HDP’ê namzedên xwe dan nasandin

  • 14:31 22 Gulan 2018
  • Ramyarî
ENQERE – HDP’ê piştî aşerekirina danezana jinan  namzedên xwe dan nasandin.  Pervîn Buldan  wiha bang li namzedan kir: “Her hevaleke/î ku serî li me daye divê vê baş bizanibe; têkoşîna di nava HDP’ê de cesaretê dixwaze! Bedelê dixwaze!  Herkes bi vê hişmendiyê li gel HDP’ê cih digire.  Hêza me jî ji vê tê. Namzedên me namzedên têkoşînê ne.”
 
 HDP’ê namzedên xwe yên parlamenteriyê yên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê li Enqereyê bi civîna kul i dar xist dan nasîn. Di civîna ku hemû namzed tevli bûn de, Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî axivîn. Pervîna ku di serî de axivî, diyar kir ku wan bi civîna danasîna namzedan nîşan daye ku wan ji bo hilbijartinê pêngaveke bi hêz  dane destpêkirin û wiha got: “Ji niha de rêya me rêya we vekirî be.”