Pevrîn Buldan: Wê jin destûrê nedin desthilatdariya yek mêrî

  • 12:43 22 Gulan 2018
  • Ramyarî
ENQERE – Hevseroka HDP’ê  di civîna ku tê de danezana hilbijartinê ya jinan hat aşkerakirin  de axivî û wiha got: “Em bi hemû taybetmendiyên xwe yên jinane ji bo 24’ê Hezîranê amadekariyê dikin û em ê di 24’ê hezîranê de desthilatdariya yek mêrî  hilweşînin.”
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) danezana jinan a hilbijartinê aşkera kir.  Civîn ku lê danesîna  endamên jin hat kirin li Odya Endezyarên Înşaetê hat kirin. Li salona ku danezan lê hat xwendin  pankartên bi nivîsa “Bi jinê her tişt diguhere” û “Bi te diguhere”  hatin daliqandin. Li heman salonê  sînevîzyoneke ku dîmenên jinan nîşan dida hat pêşandan û stranên kurdî hatin pêşkêşkirin.   Li salonê li gel namzedên jin, dayikên aştiyê jî cihê xwe girtin. Her wiha li gel amadebûna namzedên jin en  ku derketin pêş bi sedan jin jî amade bûn.  
 
Navê jinên siyasetmedar ên girtî hat xwendin
 
Piştî ku jinan civîn da destpêkirin Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan dema ku kete salonê biç epik û lîlandinê hat pêşwazîkirin. Piştî axaftina vekirinê navê hemû jinên siyaysetmedar ên girtî hatin xwendin.  Her navekî ku hat xwendin bi çepik,  lîlandin û dirûşman  hat pêşwazîkirin. Piştre ji bo hemû jinên ku di berxwedana azadiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin.
 
‘Polîtîkayên AKP’ê wekî kuştin û tundiyê li jinan vedigerin’
 
Piştî rêzgirtinê Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan  piştî ku hemû jin silav kirin dest bi axafitnê kir û wiha got: “Em jin her roj êrîşên li ser bedena xwe, îradeya xwe, nasnameya xwe û keda xwe hîs dikin.” Pervîn di berdewamiya axafitna xwe de got ku ji roja ku AKP bûye desthilatdar jin her roj OHAL’ê dijîn û wiha berdewam kir: “Ev polîtîka her roj wekî kuştin  û tundiyê li me vedigerin. Daxwaza bêdengkirina jinan ya ji aliyê desthilatdariya baviksalar ve  ji bert irsa ji jinan e.”
 
‘Jin bi hemû coş û hêza xwe tên’
 
Pervîn wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Em ê faşîzmê bi pêşxistina demokrasiyê têk bibin. Wekî HDP’ê îdaya me ya ji bo berxwedan û anîna demokrasiyê  mezin e.  Em hemû jin bi hev re diqîrin û dibêjin, heta ku ronahiya me hebe em ne mihtacê tarîtiyê ne. Em ne bêçare ne. Ji ber ku em xwe bi rêxistin dikin û em zane dibin.  Hemû cihên ku em lê ne em bi îradeya xwe ronî dikin. Em îro li vir  û bi hev re ne.  Ji ber ku em bi rêxistin in em bi hêz in. Bi HDP’ê  wekî hemû bindestan  em jin jî bi hemû coş û hêza xwe  ya jinane  tên.  Em li dijî zîhniyeta yek mêr, yek ol û yek netew bi hemû dewlemendiyên xwe tên.”
 
‘Wê serkeftin ya jinên ku serî netewandin be’
 
Pervînê bal kişand ser xwedîderketina li dengan jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dengê me ji bo me girîng in ji ber wê divê ku em li dengê xwe xwedî derkevin. Divê ku em mal bi mal bigerin, destê hemû jinan bigirin û li pêşeroja xwe xwedî derkevin. Wê serkeftin ya jinên ku serî natewînin be.”
 
Piştî axaftina Pervînê Peyama jinên ku li Girtîgeha Kandrayê ya hejmar 1 a Tîpa F dimînin hat xwendin.
 
Civînê bi xwendina Danezana Hilbijartinê ya Jinan berdewam kir.