Banga xwedîderketina li sindoqan: Bila 16 salên din jî tarî derbas nebin

  • 09:11 22 Gulan 2018
  • Ramyarî
MÊRDÎN - Jinên Mêrdînê diyar kirin ku ji bo 16 salên din jî tarî derbas nebe divê xwedî li sindoqan bê derketin û gotin serkeftin wê ya gelê Kurd ê berxwedêr be.
 
Li Mêrdînê xebatên hilbijartinê bê navber didomin. Jinên Mêrdînê diyar kirin ku ew bi coşek mezin diçin ser sindoqan.
 
Jina bi navê Turkan Durç wiha got: "Hewl dan Kurdan bêyî amadekarî bibin hilbijartinê. Lê em ê bersiva xurt bidin tifaqa AKP-MHP’ê. Ji bo 16 salên din jî tarî derbas nebin divê jin xwedî li sindoqan derkevin. Bi vê rastiyê em diçin ser sindoqan û em ê tecrîda li ser Rêbertiya xwe bişkînin."
 
Serkeftin wê ya gelê Kurd be
 
Gulbeyaz Guneş: Ez bang li hemû kesên xwedî wijdan û ahlaq dikim. Di hilbijartinan de bila xwedî li namzetê serokomarî û partiya xwe derkevin. Em di nav pergalek zalim de ne. Ev faşîzm di bin gotinên ziman, ol û nîjadê de derbas dibe. Baweriyek me heye. Em ê bi vê baweriyê bi ser bikevin. Serkeftin wê ya gelê Kurd be.
 
Em ji şer bêzar bûn
 
Halîme Yilmaz:Bila gelê Kurd û kesên rastî zilmê hatine bibin yek û xwedî li îrade û partiya xwe derkevin. Bila Selahattîn Demîrtaş bibe serokomar. Bila Kurd, Ereb, Tirk û hemû gelên di bin zextan de ne, dengê xwe bidin Selahattin Demirtaş. Ji ber yekane partiya aştiyê bîne HDP ye. Em ji vî şerî bêzar bûn.
 
Bila tu kes li mala xwe rûnenê
 
Cahîde Abîş:Em ji 7’ê Hezîranê zêdetir dengan bigirin. Em serokatiya xwe dixwazin. Heta dawiya jiyana me em li pişt partiya xwe ne. Ev hilbijartin gelek girîng e. Ji ber vê dem dema berxwedanê ye. Divê gelê Kurd xwedî li partiya xwe derkeve.
 
Fadîme Guneş:Divê tecrîd a li ser Rêvebertiyê rabe. Divê girtî azad bibin. Ji bo ev zilm bi dawî bibe divê em kesên îradeya me tune dikin, li ser sindoqan têk bibin. Çawa em berê bi ser ketin em ê niha jî bi ser bikevin.