SKM’î di hilbijartinan de ji bo HDP’ê xwe bi rêxistin dikin

  • 09:05 22 Gulan 2018
  • Ramyarî
 
STENBOL-Di nav jinên ligel HDP’ê cih digirin de SKM’î jî hene. Endama SKM’ê Ezgî Bahçecî diyar kir ku wê bi HDP’ê re tifaqê bikin û wiha got: “Em ê ji bo HDP’ê hem xwe rêxistin bikin û hem jî em ê rêxistinê bikin.”
 
Xebatên hilbijartinê her diçin zêdetir dibin û aliyên ku ligel HDP’ê cih digirin jî jin in. Meclîsa Jinan a Sosyalîst jî di hilbijartinê de ligel HDP’ê cih digire. Endama Meclîsa Jinan a Sosyalîst  (SKM) Ezgî Bahçecî diyar kir ku ew wek jinên SKM’ê piştgiriyê didin HDP’ê.
 
‘Mafên me tên xespkirin’
 
Ezgiyê got AKP hem li hemberî têkoşîn û hem jî li hemberî destkeftiyên jinan êrîşan pêk tîne û wiha pê de çû: “Li dijî kuştin, tundî, tacîz û tecawiza li hemberî jinan edeletek rast pêk nayê. Edeleta mêr serdest e. jinên mafê parastina cewherî pêk tînin jî rastî cezayên girtîgehê tên.  Kujerên jinan û tecawizkar  tên berdan.  Mafên me jî bi qanûnan tên xespkirin.”
 
‘Em ligel jinên Kurdin’
 
Ezgiyê bi lêv kir ku êrîşên dewletê yên li hemberî berxwedana jinê didomin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên li kolanê têkoşînê didin, di siyasetê de têdikoşin  tên binçavkirin, girtin, rastî îşkenceyê tên. Bi taybet parlamenteriya parlamenterên jin tê xistin. Em li dijî polîtîkayên dijminê jinê, diyar dikin ku em ê li her qada jiyanê gotina xwe bêjin û em li cem têkoşîna azadiya jinên kurd in. Ji ber vê jî em gelek caran rastî êrîşên dewletê hatine. Em ê têkoşîna xwe her tim bidomînin.”
 
‘Tifaqa Sosyalîstan HDP ye’
 
Ezgiyê di berdewamiyê de daxuyand ku  tifaqa Mîllet û Cumhur heman zîhniyetin û ev tişt vegot: “Ji ber vê jî tifaqa sosyalîst û demokratan HDP ye. Bêguman em di vê pêvajoyê de ligel HDP’ê ne û em ê bi hev re xebatan bimeşînin.  Divê jin jî bibin kirdeya hilbijartinê. Em bang li hemû jinan dikin ku dendengê xwe bi kar bînin û bibin peywirdarên sindoqan.”