HDP'ê li Mêrdînê buroya hilbijartinê ya yekem vekir

  • 15:58 10 Gulan 2018
  • Ramyarî
MÊRDÎN - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Mêrdînê buruya hilbijartinê ya yekem vekir. Buroya hilbijartinê li Qada Cumhuriyetê ya Şemrexê hat vekirin. Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan, Hevkarên HDP û DBP'ê û gelek kes beşdar bûn. 
Berî vekirinê welatiyan tevî muzîkê lîrandin û govend gerandin. Her wiha welatiyan dirûşma "Bijî HDP" berz kirin. Hevseroka Navçeyê ya HDP'ê yê Şemrexê Husnigul Paslanmaz got bila buroya hilbijartinê li ser xêrê be. Piştî Husnigulê Hevserokê
 
Bajêr ê Mêrdîn û HDP'ê Alî Sîncar û Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdîn Ali Atalan axivî.
 
'Em bi rihê serîhildanê amadekariya hilbijartinê bikin'
 
Ali anî ziman ku ew îradeya xwe teslîmî pergala faşîst nake û got:"Gelê Kurd dê bersiva herî xurt bide vê pergala faşîst. Yekî wek Selahattin Demirtaş ku aştî dixwest xistin zindanê. Divê em êdî ji vê xwîna ku diherike û ji vê zilma ku tê kirin bibêjin bisekine. Em demokrasî, wekhevî û aştiyê bînin vî welatî. HDP partiya aştî û azadiyê ye. Em ê teqez bi ser bikevin."
 
Piştî axaftinan buro hat vekirin.