Peşnûmeqanûna îstîsmara zayendî li meclisê ye

  • 14:17 9 Nîsan 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Pêşnûmeya “Xezandina Kîmyewî" ku ji aliyê Wezareta Dadê ve hat amedekirin, pêşkêşî meclîsê kirin. 
 
Wezareta Dadê bi armanca rê li pêş îstîsmara zayendî bigire pêşnûmeya “Xezandina Kîmyewî" amade kir û pêşkêşî meclîsê kir. Her çend gelek saziyên sivîl, rêxistinên civakî û saziyên jinan li dijî vê yekê bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku bi vê rêbazê pirsgirêka îstîsmarê çareser nabe jî dîsa hikûmeta AKP'ê pêşnûma pêşkêşî meclîsê kir. Pêşnûme ji aliyê Serokwezîr Binali Yildirim v pêşkêşî meclîsê hat kirin.
 
 Li gorî vê pêşnûmayê ji bo kesên tevli îstîsmara zayendî bûne wê di navbera 20 - 40 salan de rastî ceza bên. Ger ku sûc li dijî zarokên 12 salî pêk hatibe ceza wê di navbera 30 - 40 salan de bê guhertin.