Peşnûmeqanûna îstîsmara zayendî li meclisê ye 2018-04-09 14:17:31   ENQERE - Pêşnûmeya “Xezandina Kîmyewî" ku ji aliyê Wezareta Dadê ve hat amedekirin, pêşkêşî meclîsê kirin.    Wezareta Dadê bi armanca rê li pêş îstîsmara zayendî bigire pêşnûmeya “Xezandina Kîmyewî" amade kir û pêşkêşî meclîsê kir. Her çend gelek saziyên sivîl, rêxistinên civakî û saziyên jinan li dijî vê yekê bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku bi vê rêbazê pirsgirêka îstîsmarê çareser nabe jî dîsa hikûmeta AKP'ê pêşnûma pêşkêşî meclîsê kir. Pêşnûme ji aliyê Serokwezîr Binali Yildirim v pêşkêşî meclîsê hat kirin.    Li gorî vê pêşnûmayê ji bo kesên tevli îstîsmara zayendî bûne wê di navbera 20 - 40 salan de rastî ceza bên. Ger ku sûc li dijî zarokên 12 salî pêk hatibe ceza wê di navbera 30 - 40 salan de bê guhertin.