Meclîsa jinê ya HDP'ê civîn li dar xist

  • 17:12 23 Adar 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Meclîsa Jinê ya HDP'ê li navenda avahiya giştî civîn li dar xist. 
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HD) li Avahiya Navenda Giştî ya partiyê bi pêşengiya Berdevka Meclîsa Jinê civîn li dar xist. Di civîna ku ji çapemeniyê girtî re pêk hat geşadanên 2 mehên dawiyê wekî rojev hat nirxandin.
 
Di civînê de di destpêkê de 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û pîrozbahiyên Newrozê, geşedanên li Efrînê hat jiyîn û beşdarbûnan jinan a ji bo vê pêvajoyê û zextên li ser wan hat nîqaşkirin.
 
Di civînê de têkoşîn, rol û misyona jinê ya girîng û ya li qada ya li dîjî Rewşa Awarte derket pêş. 
 
Tê payin ku encamnameya Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya derbarê plansaziya heyama pêş de, di rojên pêşde bê parvekirin.