Meclîsa jinê ya HDP'ê civîn li dar xist 2018-03-23 17:12:08   ENQERE - Meclîsa Jinê ya HDP'ê li navenda avahiya giştî civîn li dar xist.    Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HD) li Avahiya Navenda Giştî ya partiyê bi pêşengiya Berdevka Meclîsa Jinê civîn li dar xist. Di civîna ku ji çapemeniyê girtî re pêk hat geşadanên 2 mehên dawiyê wekî rojev hat nirxandin.   Di civînê de di destpêkê de 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û pîrozbahiyên Newrozê, geşedanên li Efrînê hat jiyîn û beşdarbûnan jinan a ji bo vê pêvajoyê û zextên li ser wan hat nîqaşkirin.   Di civînê de têkoşîn, rol û misyona jinê ya girîng û ya li qada ya li dîjî Rewşa Awarte derket pêş.    Tê payin ku encamnameya Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya derbarê plansaziya heyama pêş de, di rojên pêşde bê parvekirin.