Derbarê 19 parlamenterên HDP'ê de fezleke amade kirin

  • 13:35 4 Kanûn 2017
  • Ramyarî
ENQERE - Li Meclîsê, derbarê 19 parlamenterên HDP'ê yên destnedayîna xwe şermezar kirin û ji Komîsyona Qanûna Bingehîn derketin, bi hinceta "Propagandeya rêxistinê kirin" fezleke hat amadekirin. 
 
Derbarê 19 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di dema 2'yê Gulan 2016'an de hevdîtinên "Rakirina destnedana wan" dihat dîtin de, bi berzkirina dirûşmeyên "Em ê bi berxwedanê qezenc bikin" û "Bijî Serok Apo" hevdîtin şermezar kirin û ji Komîsyona Qanûna Bingehîn derketin.
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê bi vê hincetê derbarê 19 wekîlan de fezleke amade kir û ji bo pêşkêşî meclîsê bê kirin ji Wezareta Dadê re şand.