Derbarê 19 parlamenterên HDP'ê de fezleke amade kirin 2017-12-04 13:35:40   ENQERE - Li Meclîsê, derbarê 19 parlamenterên HDP'ê yên destnedayîna xwe şermezar kirin û ji Komîsyona Qanûna Bingehîn derketin, bi hinceta "Propagandeya rêxistinê kirin" fezleke hat amadekirin.    Derbarê 19 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di dema 2'yê Gulan 2016'an de hevdîtinên "Rakirina destnedana wan" dihat dîtin de, bi berzkirina dirûşmeyên "Em ê bi berxwedanê qezenc bikin" û "Bijî Serok Apo" hevdîtin şermezar kirin û ji Komîsyona Qanûna Bingehîn derketin.   Serdozgeriya Komarê ya Enqerê bi vê hincetê derbarê 19 wekîlan de fezleke amade kir û ji bo pêşkêşî meclîsê bê kirin ji Wezareta Dadê re şand.