Ayşe Acar Başaran: DAIŞ jin û zarokên êzidî çawa ji sînor derbas dike?

  • 14:56 11 Nîsan 2022
  • Ramyarî
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran têkildarî jineke êzidî li Enqereyê ev 3 sal in li mala DAIŞ’iyekî dihat ragirtin û piştre jî li hemberî pereyan radestî malbata wê hatibû kirin pêşnûmepirsek da Meclisê. 
 
Çendek roj berê jina êzdî ya bi navê Rojda ku 3 sal bûn li navçeya Kazan a Enqereyê li gel DAIŞ’iyekî dihat ragirtin, piştî ku malbata wê ya li Kanadayê 8 hezar dolar şandin, radestî malbata wê hat kirin. Têkildarî mijarê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Ayşe Acar Başaran bi daxwaza ku Cîgirê Serokomar Fûat Oktay bibersivîne, pêşnûmepirsek pêşkeşî Meclisê kir. 
 
Di pêşnûmepirsê de hat destnîşankirin ku malbata Rojdayê bi alîkariya hin kesên li Enqereyê keça xwe ji DAIŞ’î stendine û ev agahî hatin parvekirin: “Lê ji ber ku rewşa tenduristiyê ya Rojdayê nebaş bû û nedikariya rêwîtiyeke wiha ragire, lewma li cihekî biewle tê dermankirin. Weke ku tê zanîn di demên berê de jî hinek jinên hatibûn revandin li Tirkiyeyê hatin dîtin. 
 
Serokê Konseya Navendî ya Êzdiyên Almanyayê da zanîn ku hêj 2 hezar û 600 jin û zarokên êzdî winda ne. Her wiha destnîşan kiribû ku Tirkiye jî di nav de, DAIŞ’iyan bi hezaran êzidî revandine gelek welatên cuda. Di cotmeha sala 2019’an de li Taxa Keçîoran a Enqereyê bi ser mala yek ji emîrên DAIŞ’iyê yên Tileferê de hatibû girtin. Di serdegirtinê de jineke êzdî ya 18 salî hatibû rizgarkirin.” 
 
Derheqê mijarê de Ayşeyê ev pirs ji Fûat Oktay kirin: 
 
“* DAIŞ’iyê ku ev bi salan e jinek weke koleyan li gel xwe ragirtî û îşkenceyeke sîstematîk lê dikir hêj li Enqereyê bi rehetî digere yan na?
 
* Endamên rêxistineke ku li Tirkiyeyê gelek çalakiyên bombeyî pêk anîn û bûne sedema mirina bi dehan welatiyan çawa dibe ku li paytexta Tirkiyeyê bi cih bibin? 
 
* Rojda ji Şengalê hatibû revandin û sê salan li Taxa Saray a navçeya Kazan a Enqereyê dihat ragirtin. Çawa haya malbata jê çêbûye ku Rojda li Enqereyê ye lê haya dewletê jê çênebûye? 
 
* Gelo nasnameya DAIŞ’iyê ku Rojda revandibû tê zanîn an na? Ev kes hatiye girtin an na? Têkildarî mijarê gelo lêpirsînek hatiye destpêkirin?
 
* Ji bo dîtina jin û zarokên hatine revandin gelo malbat û xizmên wan heta niha çend serlêdan kirine? Têkildarî çend serlêdanan de hewldanek çêbûye? Çi encam ji van hewldanan derketiye? 
 
* DAIŞ’î van jin û zarokên êzdî çawa ji sînor derbas dike? Kesên dikin ku endamên vê rêxistinê bi rehetî ji sînor derbas bibin kî ne?”