Meral Daniş Beştaş: Sererastkirinên 1950'î tên rakirin

  • 09:11 1 Nîsan 2022
  • Ramyarî
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Serokwekîla koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş der barê Pêşnûme Qanûna Hilbijartinê de nirxandin kir û got AKP û MHP tevî qanûna hilbijartinê ya amade dikin wê bi ser nekevin. Meralê got tişta herî balkêş a di pêşnûma qanûnê de sererastkirina der barê lijneyên hilbijartinê yên navend û navçeyan e.
 
Pêşnûme Qanûna Hilbijartinê ya ji aliyê AKP û MHP’ê ve tê amadekirin tevî hemû nîqaşan di Lijneya Giştî de tê nîqaşkirin. Li gorî pêşnûmeyê benda hilbijartinê wê ji sedî 7 be. Bi pêşniyara 15 xali ji bo partiyên siyasî bikevin hilbijartinê şerta avakirina koma li Meclîsê wê bê rakirin.
 
Pêşnûme ferzkirina 6 meh beriya hilbijartinê herî kêm li 41 navendî wê rêxistinbûn temam bibe, dihewîne. Bi vê xalê tê plankirin pêşî li transfera parlamenteriyê bê girtin û demeke kurt ji hilbijartinan re bimîne guhertina cih a hilbijêran wê ne pêkan be. Ji bo ve jî navnîşana nava salekê de ya hilbijêr wê esas bê girtin. Li gorî pêşnûmeyên serok û endamên lijneya hilbijartinê yên navend û navçeyan di navbera dadgeran de bi peşkê wê bê diyarkirin û serokê lijneya hilbijartina navendî wê di encama vê peşkê de bên diyarkirin. Ji bo endamtiya lijneya sindoqê jî endamên din ên partiyê wê neyên nîşandan.
 
Serokwekîla koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş der barê pêşnûme qanûnê de nirxandin kir.
 
‘Turgut Ozal jî kir lê ji windakirinê xilas nebû’
 
Meralê destnîşan kir ku AKP û MHP ji bilê xwe fêdeya wan ji kesî re tune ye û li pişt deriyên girtî qanûnê amade dikin û wiha vegot: “Desthilatdariyê bi awayekî balkêş ‘em li meclîsê pir in, em çawa dikarin dengên gel bigirin’ pêşnûme qanûn amade kirine. Desthilatdariya xwe winda kirine, hemû anket nîşan didin ku dengên AKP û MHP’ê kêm bûne, ew jî bi vê rê hewl didin bibin desthilatdar. Ev feraset pir ne biyanî ye. Berê jî gelek desthilatdariyan ev kir. Bi qanûnên hilbijartinê lîstin û hewldan xwe bidomînin. Yek ji van Turgut Ozal bû. Lê ji windakirinê xilas nebû.”
 
‘Her kes dizane ku ji bo kurd nekevin meclîsê ev tên kirin’
 
Meralê diyar kir ku daxistina bendê ya ji sedî 7’an tê wateya ku desthilatdarî hewcedarî bi propagandaya pozîtîf dibîne û ji ber MHP nikare bendê derbas bike diyariyek wisa dide hevkarê xwe û wiha bi lêv kir: “Ev jî bazara navbera AKP û MHP’ê nîşan dide. Tu car fikre wisa di serê wan de tune: ‘Benda ji sedî 10 pir bilind e em bixînin.’Di xalên din de jî ji bo kêm partî bikevin hilbijartinê û partiyên biçûk nekevin meclîsê gelek sererastkirin pêk anîne. Li gorî me divê bend qet tunebe. Her kes dizane ku benda ji sedî 10 ji sala 1983’an heta niha ji bo kurd nekevin Meclîsê hatiye kirin. Her tim bend danîn ber me. Ji bo kurd nekevin meclîsê bendeke wisa faşizan danîn ber me. Piştî HDP’ê bend derbas kir hewcedariya wan bi ji sedî 10 nema. Ji ber vê jî bend daxistin.”
 
‘Yên koma wan a bi 20 parlamenterî hene nahêle bikeve meclîsê’
 
Meralê diyar kir ku AKP van guherînên ji bo xwe dike piştî demekê wê rake û wiha şîrove kir: “AKP bi 20 parlamenterî ket hilbijartinê û niha hewl dide ên koma wan a bi 20 parlamenterî heye nexin meclîsê. Wan jî heman tişt jiyaye lê niha dijberê vê dike. Tifaqên desthilatdar mêze kirin; Tifaqa Netew heye, tifaqek Demokrasiyê ava dike. Ji ber tifaqên xurt li hember wê heye, dizane ku wê berpirsyariyên parlamentoyê bigirin. Em wek HDP, partiyeke ku parlamenter winda kirin e.  Ji ber tifaqên berê me ji Semsurê gelek deng girt lê ji ber CHP û Îyî Partî me parlamenterên xwe winda kir lê tevî vê em hewl didin xwe esas bigirin û nêzî mijarê bibin. Bila pergalek demokratîk hebe, lê ev ngav wê tifaqan hîn bêtir mezin bike û xurt bike. Di alî gel de wê baweriya li hember wan têk biçe.”
 
‘Sererastkirina ji 1950’î heta niha didome, radikin’
 
Meralê bal kişand ser sererastkirinên ji bo liljneyên hilbijartinê yên navend û navçeyan tînin jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev sererastkirin bi tena serê xwe xîle ye. Sererastkirina ji sala 1950’î heta niha di meriyetê de ye radikin. Dadgerên herêmê bi kidem dibin serokên lijneyên hilbijartinê yên navend û navçeyan. Di 1948’an de lijneyeke zanistê ev qanûn amade kiriye. Wê lijneya zanistê 72 sal berê bi tevlibûna partiyên siyasî, kesên bi kidem ji bo hilbijartinek adîlane û demokratîk ev xebat kirine. Niha ev jî hezar û 500 dadgerên bi kidem ji peywirê digirin. Bêguman di hiqûqê de rêgezeke dadgeran heye. Ev jî wisa dibêje ‘Welatiyekî sûc kiribe beriya wê diyar dibe ku wê kîjan dadger derkeve. Mudaxaleyê dadger nayê kirin û ev rêgeza dadger e’. Di hilbijartinan de jî ev lijneyên hilbijartinê yên xwezayî ne, nikare mudaxale bên kirin. Lê niha van rêbazên esas yên hiqûqê serobino dikin. Dadgerên bi kidem ji peywirê digirin, bi hezaran dadger di bin navê FETO’yê de girtin û li şûna wan 14 hezar dadger û dozgerên nû girtin. Ev hemû nêzî AKP’ê ne.”
 
Meralê daxuyan ku der barê pêvajoya ku dadger wê bi peşkê bên hilbijartin de jî agahiya wan tune û got li pişt deriyan tê kirin û der barê vê de tu agahiya wan tune û got ev sererastkirina herî bi xof e.
 
‘AKP ne hêza çareseriyê ye’
 
Meralê di dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Şansê AKP û MHP’ê tune ye ku bi vê qanûnê hilbijartinê qezenc bikin. Ew li gorî 2018 û salên beriya wê hesab dikin. Dibêjin ‘em evqas deng digirin ji ber vê em bi lîstikên biçûk desthilatdariya xwe bikin bin garantiyê.’ Piştgiriya ji bo wan qediya. Baweriya bi wan qediya. Gel wê dengan nedin wan. Polîtîkayên şer heta hestiyên mirovan daye hîskirin. AKP’ê dema xwe tije kiriye. AKP  nikare bibe hêza çareseriyê. Niha jî hewl dide xwe bide berdewamkirin. Lê ev ngav wê wan bi ser nexînin.”