Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serî li Dadgeriya Înfazê dan

  • 13:52 28 Adar 2022
  • Ramyarî
 
STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi sedema ku ‘ligel qedexeya hevdîtina bi malbatê re’ qediyaye lê dîsa jî tu hevdîtin bi Îmraliyê re nayê kirin serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan.
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi sedema ku ‘qedexeya hevdîtina bi malbatê re’ di 18’ê Mijdara 2021’an de bi dawî bûye serlêdanên hevdîtinê yên li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê nayên bersivandin, careke din serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan. Parêzeran di serlêdana dadgeriyê de xwestin bila astengiyên li dijî hiqûqê yên li pêşiya serdana malbatan were rakirin û hevdîtinên bi malbatan re were kirin.
 
Parêzeran di serlêdana xwe de ev tişt diyar kirin:
 
“Ji bo ku rewşên li dijî hiqûqê yên ji ber şertên tecrîda ku didome ji holê werin rakirin û bi muwekîlan re hevdîtineke baş were kirin, me di 22’ê Mijdara 2021’an de serî li Dadgeriya Înfazê da bû. Dadgeriyê di heman rojê de biryar dabû ku derbarê muwekîlên me, di Tebaxa 2021’an de bi biryara hejmara 2021/3 re hevdîtina bi malbatan re 3 mehan hatiye qedexekirin û bêyî ku îtîraza muwekîlan li ber çavan were girtin, ev biryar teqez bûye. Ligel ku 3 meh ji ser biryara cezayê dîsîplînê yê li dijî hiqûqê derbas bûye, piştî vê dîrokê jî malbatan ji bo hevdîtina bi muwekîlên me serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û li Îdareya Girtîgeha Îmraliyê dane lê bersiva van serlêdanan nehatiye dayîn û hatine redkirin.”