‘Krîza Ukraynayê tiştên li Rojava hatine jiyîn bi bîr xist’

  • 09:06 22 Adar 2022
  • Ramyarî
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Tulay Hatîmogullari ya HDP’î şerê ku Rûsyayê li hember Ukraynayê daye destpêkirin bibîtr xist û tiştên tên jiyîn wek şerê tengezarkirina qadan a NATO’yê venasî. Tulayê got şerê li hember Urkraynayê bi şerê li Rojava hatiye meşandin re di heman mantiqê de ye.
 
Ji Adara 2014’an heta niha aloziya di navbera Rûsya û Ukraynayê de didomiya û veguherî şerê fermî. Rusyayê li hember Ukraynayê şer da destpêkirin û di serî de Kîev û gelek bajarên wê bombebaran kir û gelek kesî jiyana xwe ji dest da.  Tulay Hatîmogullari ya HDP’î der barê şerê Rûsya û Ukraynayê de nirxandin kir.
 
‘Qada hegemonîk a NATO’yê tê tengkirin’
 
Tulayê der barê şer de got ev şer di navbera hêzên emperyalîst de hatiye destpêkirin û piştî SSCB belav bûye şûnde Komarên Sovyet bûne welatên cuda û welat di xeta NATO’yê de bûne. Tulayê wiha dirêjî dayê: “DYA’yê li wir pêngavên cuda avêt û hewl da rêveberiyên wan ew diyar bikin. Rusya di alî siyasî, aborî û leşkerî de welatekî xurte. Di heman demê de piştî duyemîn şerê cîhanê şûnde lîderiya cîhana bilind dibe DYA’yê kir. Di cîhana pir global de dixwazin projeya îpekyolu a modern bikin jiyanê. Ev jî ji ber qada hegemonîk a DYA’yê heta niha meşandiye, qada hegemonîk a NATO’yê teng dike.
 
‘Şerê hêza emperyalîst ya duyem’
 
Tulayê destnîşan kir ku ji serê meha Sibatê de lîderê Çîn û lîderê Rûsyayê hatine gel hev û danezanek Îmze kirine û ev jî dijberbûna NATO’yê dihewand.Tulayê wiha diyar kir: “Rûsyayê piştî vê danezanê li dijî UkraynayÊ şer da destpêkirin. Rûsyayê Çîn da pişta xwe û ev danezan ‘projeya îpekyolu ya modern’ dihewîne. Di danezanê de xala astengkirina berfirehbûna sînorên NATO cih digire. Sînorên Ukraynayê wek berfirehbûna sînorên NATO’yê dibîne û di vir de dikeve pozîsyona mudaxaleyê. Yek ji xala din a danezarê jî tevgera hevpar ya li dijî qadên fuze a DYA’yê ye. Li vir tenê qadên fuzeyê li DYA’yê tune ne. Çekên Nukleerê li cîhanê pir zêde tên firotin. Ji ber vê jî ev şerê hegemonîke. Ev duyemîn şerê emperyalîste.”
 
‘Hevsengiyên hêza nû’
 
Tulayê got pevçûneke wisa li Afganîstanê jî dîtine û wiha got: “Li Afganîstanê hîna jî rewş hîna nesekiye. Herî dawî DYA’yê ew der da Talîban. Li Afganîstanê jî şerê hêzên emperyalîst hat jiyîn. Bi heman awayî em vê li Sûriye û Lîbyayê jî dibînin. Bihara Ereban destpê kir û di vê bihara Ereban de têkoşîna gelan a li dijî rejîmên otorîter hat destpêkirin. Li Sûriye û Lîbyayê şerê vekaletê tê meşandinê. Şerê li Ukraynayê tê jiyîn jî heman tişte.  Em dizanin di şerên Afganîstan, Sûriye û Lîbyayê de çi hat jiyîn mirovan çi jiya. Dîsa heman tişt tê jiyîn. Me wek HDP’ê got divê gel qedera xwe tayîn bikin. Divê em vî şerî wek  nîşaneyên sêyemîn şerê cihanê bixwînin.”
 
Şerê li Ukrayna û Rojava dişibin hev
 
Tulayê di berdewamiyê de got divê gel li ser jiyana xwe xwedî biryar bin û divê qedera xwe ew bixwe tayîn bikin  û ev nirxandin kir: “Îro her kes bandora Rûsyayê ya li ser Sûriyeyê dizane. Rûsya nêzî hikûmetê ye û desthilatdariyê ye.  Daxwazên serbixwe yê gelê Donbas ya gelên Rûs ava kiriye, piştgiriyê didê lê piştgiriyê nade daxwazên gelê Kurd yên li Rojava.Ev cotstandardiye.  Gelek welatên cîhanê bi heman mantiqî tevdigerin. Bi taybet mantiqa dewletê wisa pêk tê. Di rewşê ku berjewendiyên wan hebin dixwazin ew gel azad bin. Niha li Rojava ev rewş tê jiyîn.Krîza li Ukraynayê carek din tiştên li Rojava hatin jiyîn bi rayagiştî ya Rojava da bibîrxistin.”
 
‘Tirkiye girêdayê Rûsyayê ye’
 
Tulayê dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wê Tirkiye di alî aborî de ji şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de bi bandor be û wiha dawî lê anî: “Sektora taybet ya turîzmê ya Tirkiyeyê ji Rûsyayê ye. Tirkiye herî zêde narenciyeyê îxracatê Rûsyayê dike. Di krîzên berê de me ev dîtin.Tirkiyeyê di encama polîtîkayên neolîberal de çandinî pêngav bi pêngav qedand. Tirkiye li cîhanê di çandiniyê de di rêza 7’an de bû. Lê niha di pozîsyoneke ji Rûsyayê îthal dike ye. Vê rewşê jî Tirkiye bi Rûsyayê ve girêdaye. Mijara din jî Tirkiyeyê ji Rûsyayê S-400 girtin. Ji ber NATO’yê destur neda nikaribû S-400 bikar bîne. Ger Tirkiye SÎHA’yan bifroşe wê li welatên Kafkas, Rojhilata Navîn û Afrîkayê pirsgisrêkên cidî bên jiyîn. Yek ji mijarên krîtîk jî Peymana Montro ye. Ev dikare Tirkiyeyê bide zorê.”