Salîha Aydenîz: Em ê rêxistinbûna xwe mezin bikin

  • 14:27 5 Sibat 2022
  • Ramyarî
AMED - Beriya 6'emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê li Sûrê civînek hat lidarxistin. Di civînê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û got: "Em ê ji bo kurd û Kurdistaniyan xebatên xwe bikin. Em ê xwe bi rêxistin bikin û rêxistinê jî mezin bikin. Em ê bi hev re li dijî faşîzmê bi ser kevin.”
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beriya 6'emîn Kongreya xwe ya Asayî ya ku di 27’ê sibatê de bê lidarxistin de li navçeya Sûra Amedê civînek li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyad Ceylan, rêxistina DBP’ê û HDP’ê yên bajêr û navçeyan beşdarî civînê bûn. Di civînê de Salîha Aydenîz axivî.
 
'Dewletên navneteweyî jî bêdeng in'
 
Salîha pêvajoyê siyasî nirxand û got: “Di vê pêvajoyê de xwe bi rêxistinkirin û nûkirin gelek girîng e. Hûn ji dişopînin ku êdî îqtîdar nikare ser piyan bimîne. Ew hewil didin ku bi polîtîkayên êrişkariyê îqtîdara xwe biparêzin. Rêbazên wan yên herî sereke ji neçareserkirina pirsgirêka kurd û meşandina tecrîda girankirî a li ser birêz Abdullah Ocalan e. Ji ber ku projeya birêz Abdullah Ocalan ji bo Gelê Kurd û Rojhilata Navîn wê bibe çareseriya kaosan. Li hemberî tecrîdê hemû sazî û dezgehên parastina mafên mirovan û herwiha dewletên navneteweyî bêdeng in. Jixwe komplo ji bi destê wan pêk hat û tecrîd berdewamiya komployê ye. Niha komplo û tecrîd gihaştiye asta herî jor. Pêwîste em xwe rêxistin bikin û bi hêz bikin. Ji ber vê sedemê em kongreya xwe bi nirx dibînin." 
 
'Divê nobet bên bihêzkirin' 
 
Salîha, diyar kir ku Îmralî kirine cihê ceribandina îşkenceyê û wiha pêde çû: “Tecrîda li wir didin meşandin li ser hemû girtiyên siyasî didin meşandin. Bi taybetî jî Aysel Tugluk û bi sedan girtiyên nexweş yên ku di rewşek xeter de ne nayên berdan. Li dijî van binpêkirinên mafan ji 'Nobetên Edaletê' hatine destpêkirin. Em nobeta wan silav dikin û em dibêjin pêwîste ev nobet werin bihêzkirin. Divê ne tenê malbatên girtiyan herkes piştgiriyê bide girtiyan." 
 
‘Em ê bi hev re li dijî faşîzmê bi ser kevin' 
 
Salîha, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser wan xalan: "Em ê ji bo kurd û Kurdistaniyan xebatên xwe bikin. Ne ji bo berjewendiyên kesan, ji bo berjewendiyên gel em ê projeyên xwe pêşkêş bikin. Em ê pergala hevserokatiyê biparêzin û di her qadê jiyanê de bixin meriyetê. Bi taybetî jî bi azadiya jinê re em ê civakek azad bikin armanc. Di rêxistinbûyîna me de em ê vê xalî esas bigirin. Ji ber ku jin azad nebe wê civak ji azad nebe. Em ê xwe bi rêxistin bikin û rêxistinê jî mezin bikin. Em ê bi hev re li dijî faşîzmê bi ser kevin.”
 
Civîn piştî axaftina Salîha Aydenîz ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.