Tifaqa demokrasiyê: Em dikarin çarenûsa welat biguherin

  • 09:01 26 Çile 2022
  • Ramyarî
 
Marta Somek
 
STENBOL - Siyasetmedaran Tifaqa Demokrasiyê ya bi banga HDP’ê hat avakirin, nirxand û gotin: “Dostên me yên HDP’î pêngavek girîng avêtine. Em banga HDP’ê ji bo guherîna desthilatdariyê girîng dibînin. Em dikarin rewş û qedera welat biguherin.”
 
Yekemîn pêngava Tifaqa Demokrasiyê ya demek dirêj bû HDP’ê banga wê  kiribû û xebatên wê dimeşand, di 18’ê Çile de bi nûnerên 8 partiyên çep sosyalîst ku li Enqereyê hatin gel hev re, zelal bû. HDP di çarçoveya banga Tifaqa Demokrasiyê de bi Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadixwaz Civakî (TOP), Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP), Partiya Gelan a Kedkar (EHP), Partiya Kedê (EMEP) û Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) re hat gel hev.
 
Berdevka Partiya Azadixwaz a Civakî (TOP) a Stenbolê Pelîn Kahîlogullari û Berdevka Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Ozge Akman ji ajansa me re der barê tifaqê de nirxandin kirin.
 
‘Dikare bibe alternatîfa gelan’
 
Berdevka TOP'ê ya Stenbolê Pelîn Kahîlogullari da zanîn ku hevdîtina tifaqa demorkasiyê gelek girînge û got ev demek dirêj bû hewcedarî bi alternatîfeke wisa hebû û got: “Di vî alî de pêngava yekem hat avêtin. Ev alternatîfeke ji bo gel. Gelê di navbera du blokan de ya Cuhmur û  Mîllet de mabû, dikare vê alternatîfê bibîne. Di vî alî de civînek girîng pêk hat. 8 partî di bin sîwana HDP’ê de hatin gel hev. Ev gelek girîng e. Dîsa hebûna Partiya Komunîst a Tirkiyeyê ya di hevdîtinan de jî gelek girîng û bi nirxe.”
 
‘Hewcedariya têkoşînê…’
 
Pelînê nirxandin û sernavên nîqaşkirine jî wiha daxuyandin: “Ji çalakiya ‘em nikarin debarê bikin’ heta  çalakiyên jinan û  tifaqa li kolanê. Li aliyê din jî desthilatdariyê civak bêzar kiriye û hewcedariya têkoşîna dijfaşîst a li dijî vê. Di vî alî de Gelê Kurd ev demeke dirêjE  li dijî xeta faşîzmê têkoşînek girîng meşandiye. Dîsa têkoşîna Elewiyan a ji bo welatîbûna wekhev daye bû yek ji mijarên girîng yên nirxandinê.Di hevîtinê de hîna pergaleke rojevê ya zelal bûye tune ye. Armanca me ya esas ev e ku hewcedariyên gel li ber çavan bên girtin. Çareserkirina pirsgirêkên debarê. Di demên dawî de li dijî fatureyên ceyran û gazê yên zêde bûne de cemawerîkirina şîrketkên enerjiyê. Her wiha têkoşîna tê dayîn bûn rojevên me. Nîha bernameyeke me ya zelal bûye tune ye. Lê em di nokteya hevpar de hemfikr in.”
 
‘Tifaqa demokrasiyê wê pêşiya gel veke’
 
Pelînê balkişand ser aliyên girîng ên hevdîtinê û destnîşan kir ku gel ji bo avakirina terciha xwe di cihekî girîng de disekine û wiha anî ziman: “Di vî alî de peyameke ku baweriyê dide gelan, vê berpirsyariyê digire ser xwe, daye.  Tifaqa Mîllet ne xwedî kapasîteya ku pirsgirêkan çareser bike ye. Wê Tifaqa Demokrasiyê pêşiya gel veke.  Ji bo hilweşandina desthilatdariyê, têkbirina faşîzmê, Tifaqa Demokrasiyê ji bo rêxistinbûna gel wê bibe rêbaz. Lê divê ev rêbaz di esasa yekitiyê de bê mayîndekirin û berdewamkirin. Pozîsyona me TOP’ê ev e. Li dijî xizanî û betaliyê jiyaneke mirovane, li dijî faşîzmê bilindkirina têkoşînê. Li dijî polîtîkaya derve, afirandina polîtîkaya aştiyê. Li dijî kuştinên jinan têoşîna wekhevî û azadiyê ye. Me di civînê de ev nîqaş kirin. Em, tifaqa bi tevgera Kurd, HDP’ê re hatiye kirin wek tifaqa stratejîk bi nav dikin. Li welat pirsgirêkên demokrasiyê hene. Di vî alî de pirsgirêka Kurd pirsgirêkek girîng a Demokrasiyê ye.”
 
‘Tifaq  wê rola esas bilîze’
 
Pelînê wiha dawî lê anî: “Desthilatdarî ji bo pozîsyona xwe ya qels xurt bike, manîpulasyonê dike. Desthilatdarî hewl dide hişê Gelê Kurd tevlihev bike. Hem nîqaşên der barê Semra Guzel de hem nîqaşên der barê Ocalan, Demîrtaş de hem jî  pêngavên êrîşan yên li hember HDP’ê. Di vî alî de tifaqa HDP’ê li gorî min gelek başe. Tifaqa HDP’ê wê rola esas bilîze.”
 
Berdevka EHP ya Stenbolê: Ji bo me ya esas bi hev re tevger e
 
Berdevka EHP ya Stenbolê Ozge Akman jî  daxuyakirin ku berê jî bi HDP’ê re hevdîtin kirine û wiha dirêjî dayê: “Di vê atmosfera welat tê re derbas dibû de hewce bi rê û rêbazên  nîqaşkirin û şopandinê hebû.  Hemû kesên tevlî civînê bûn xwedî heman fikrê bûn. Me bi dostên xwe yên HDP’î re gavên girîng avêtin. Me zemîneke nirxadinê ya ku divê rêyek çawa bê şopandin amade kir. Ev gelek erênî bû.  Ji bo me ya esas ev e ku em ligel hev bin bi hev re tevbigerin.”
 
‘Me gavek erênî avêt’
 
Ozgeyê her wiha ev tişt destnîşan kir: “Ne tenê di çarçoveya nîqaşên hilbijartinê de, di vê pevajoya zext zêde bûne de hewcedarî bi zemîneke têkoşînê ya sîstematîk  hebû. Em hemû di zemîna hevpar de bûn yek. Her kes erênî nêz bû. Me nirxandinên wê kirin. Me bi dostên xwe yên HDP’î re gavek gelek erênî avêt.Krîza aboriyê encama krîza kapîtalîst derket holê. Desthilatdarî hewl dide ku barê krîzê li gel bar bke. Çareseriyek tune ye. Çîroka ‘wê ev krîz bê çareserkirin’ jî derewek mezin e. Ji ber ji krîzê derketin tune ye.  Em banga HDP’ê di alî guhertina desthilatdariyê de gelek erênî dibînin. Hemû lêkolîn nîşan didin ku dengên AKP’ê heliyan e. Ev têr nake bêguman.  Hewcedarî bi mekanîzmayên nîqaşkirinê yên piranî heye.”
 
‘Em ê bi hev re tevbigerin’
 
Ozgeyê peyama ku wê hevdîtin tifaqê pêşdetir bibe da û bi lêv kir ku  fikrek hevpar a ji bo bi hev re tevbigerin derketiye holê û wiha dirêjî dayê: “Beriya hilbijartinê, dema hilbijartinê piştî hilbijartinê û di hemû pêvajoyan de, fikra ku bi hev re tevbigerin derketiye holê. Dikare qedera welat bê guherin.  Em dikarin pêvajoyê biguherin. Di vî alî de pêşiya me pir vekiriye.”