Konferansa Guftûgoya Kurd - Ereb pêk hat

  • 15:05 23 Çile 2022
  • Ramyarî
 
ENQERE - Li Ammanê Konferansa Giftûgoya Kurd-Ereb bi dirûşma “Ereb û Kurd: Giftûgo Riya Pêşerojeke Hevpar e” hat lidarxistin. 
 
Li Payitextê Urdun Emmanê Konferansa Guftûgoya Kurd - Ereb hat lidarxistin.  Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay jî duh li ser vexwendina Komîteya Amadekar a Konferansa Guftûgoya Kurd-Ereb û Navenda Lêkolîna Siyasî ya Kudûsê tevli Konferansa ku bi armanca bihêzkirina têkiliyên di navbera Kurd û Ereban de hat lidarxistin bû. Herwiha gelek siyasetmedarên ji Sûriye, Iraq, Filistîn, Urdun û Lubnanê beşdarî konferansê bûn. 
 
Di konferansa ku riya jiholêrakirina bêbawerî û tirsê li ser dîrok û xalên hevpar înşakirina pêşerojê hat nîşaqkirin de, di parastina aştî û îstîqrarê, avakirina nêvenga jiyana hevbeş û pêkanîna edaletê de li ser rol û rista jinên Kurd û Ereb axatin hat kirin. Her wiha jinan, der barê mijara nexşeya berjewendiyên hevpar, wê mijara Kurd çawa were destgirin, mafê tayînkirina çarenûsa, hemwelatîbûna wekhev û bi bandor, neteweya demokratîk, desthilatdarî û parastina yekbûna axê ya welatan, tiştên ku divê bê kirin bi rêz kirin. 
 
Ji bo pêşerojeke hevpar nirxandin hatin kirin
 
Her wiha di konferansê de ji bo Kurd û Ereban girîngiya avakirina pêşerojeke hevpar û nêrînên li ser vê mijarê hatin nîqaşkirin. Di vê wateyê de daxwaza herî girîng a derket pêş ew bu ku ji bo têkiliyên di navbera Kurd û Ereban de hîn bêhtir bi pêş bikevin semîner, panel û konferansên wekî vê divê werin lidarxistin.