Pervîn Buldan: Em pirsa kurd bi bîra îqtîdarê dixin

  • 14:40 16 Çile 2022
  • Ramyarî
 
ÊLIH - Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervîn Buldan di 4'emîn Kongreya Asayî ya HDP'a Eêlihê de axîvî û got, "Pirsgirêka herî mezin a vî welatî pirsgirêka kurd a ku divê bê çareserkirin e û her îqîtdara ku hatiye bêyî ku çareser bike çûye. Em jî careke din vê pirsgirêkê bi bîra îqtîdara AKP û MHP'a ku pirsgirêka kurd nas nikirin pişter gotin 'çareser bû' û herî dawî jî gotin "li welêt pirsgirêka kurd tune ye dixin.
 
4'emîn Kongreya Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  a Êlihê bi şoş û kelecaneke mezin hat kirin. Di Kongreyê de Hevseroak Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan axivî. 
 
'Em ji gelê Êlihê hêzê digirin'
 
Pervînê ku bi bîranîna kesên li Êlihê di cînayetên kiryar nediyar de jiyana xwe ji dest dan dest bi axaftina xwe kir, diyar kir ku li Êlihê her tim bi germahî û cesareteke mezin hatine pêşwazîkirin û berdewam kir: "Başe ku hûn hene û li vir in. Yên ku dibêjin hêza we nemayê bila werin li vê salonê binerin, ka hêza me maye yan na. Me bi xwe re tevlihev dikin. HDP’ê bi AKP’ê û MHP’ê re tevlihev dikin, yên ku her roj HDP’ê şermezar dikin û HDP’ê krîmînalîze dikin bila werin Êlihê, li vî gelî û li vê salonê binêrin. Em bi we bi hêz in. Em hêz, vîna xwe, îradeya xwe û helwesta xwe ya rast ji gelê Êlihê digirin."
 
'Em serî natewînin'
 
Pervînê diyar kir ku di her kongre û çalakiya ku li dar dixin de bi heman dîmenî re rû bi rû dimînin û wiha got: “Em ewqas bi hêz û mezinin. Êrîş ji ber mezibûn û xirtbûna HDP'ê tên kirin.  Ji ber ku em pir mezin bûne û xurt bûne, Evqas êrîş dikin. Ew çi dikin? Li dijî HDP’ê doz vedikin. Niha li ber destê me du dozên komployê hene. Girtin û Doza Komployê ya Kobanê. Ne tenê dozên komployê pêk tînin, êrîş jî dikin. Di Rêxistina me ya Bajarê Îzmîrê de xebatkara me Denîz Poyraz qetil kirin û ne tenê li Îzmîrê, di salvegera Komkujiya Roboskî de jî beriya darizandina kujerê Denîz Poyraz êrîşî Rêxistina me ya Navçeya Bahçelîevlerê kirin. Armanca van êrîşan ew e ku HDP'ê bitirsînin û nehêlin HDP'ê kar bike, lê em natirsin, serî natewînin.
 
Xizanî û şîdet zêde bû
 
AKP û MHP'ê çi kirin, bi hev re kirin. Her du hevkaran Tirkiye anîn asta têkçûn ê. Diserî de kurd hemû bindest Hemû ji vê desthilatdariyê bêzar bûne. Li vî welatî birçîbûn, belengazî, bêkarî û xizanî afirandin, îradeya gel talan kirin. Îradeya gelê Êlihê desteser kirin. Hevşaredarên ku we hilbijartibûn ji kar avêtin û qeyûm tayînî şûna wan kirin. Ger hûn li bêrûmetiyê digerin, li qeymeqamên ku we tayîn kirine, li şaredariyên ku we dizîn û talan kirin binêrin.  Di hilbijartina ewil a ku bê kirin de gelê Êlihê, gelê Amedê, gelê Colemêrgê û Wanê careke din vîna xwe wê li aliyê HDP’ê bi kar bîne, bila kes gumanê neke. 
 
HDP yekane partiya li edaletê digere ye
 
Desthilatdariya ku dixwaze vegere salên 90’î Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Aysel Tugluk, Îdrîs Baluken ên ku di 4’ê Mijdara 2016’an de bûne Hevserokê Giştî yê HDP’ê girtin. Bi taybetî ez dixwazim bêjim ku em ji bo hesabê van hemûyan divê em  carekedin li ser sindoqan bipirsin. Em ji kevneşopiyeke ku li hemberî zilm, bêhiqûqî û pêkanînên we yên antîdemokratîk serî netewînin tên. HDP partiyeke ku dikare bibe namzedê hêvî û çareseriya hemû pirsgirêkên vî welatî ye. Tenê partiyek aştî, demokrasî, azadî, maf û edaletê dixwaze heye û ew jî HDP ye.
 
Pirsgirêka Kurd li benda çareseriyê ye
 
Niha em di qonaxeke ku ev welat krîzên herî mezin dijî re derbas dibin. Yekane rêya derketina ji krîzê ya gelan çûna vê îqtîdara ku krîz li pey kirîzê afarandiya ya bi hilbijartinê ye Niha krîza aborî heye, krîza civakî heye, krîza siyasî heye. Divê kes ji bîr neke ku sedema van hemû qeyranan AKP û MHP ye. Divê gelê Êlihê vê yekê tu carî ji bîr neke! Ha AKP, ha MHP, tu cudahiya wan ji hev nîne.  Niha dema behsa qeyranan tê kirin, helbet pêwîst e ku mirov behsa pirsgirêka kurd, pirsgirêkeke çaresernekirî jî bike. Em dixwazin bi bîr bînin ku pirsgirêka herî mezin a welat pirsgirêka kurd e û li benda çareseriyê ye, her hikûmet bêyî çareserkirinê diçe,  Em jî careke din vê pirsgirêkê bi bîra îqtîdara AKP û MHP'a ku pirsgirêka kurd nas nikirin pişter gotin 'çareser bû' û herî dawî jî gotin 'li welêt pirsgirêka kurd tune ye dixin.
 
Hûn li Îmraliyê di bin tecrîdê de ne
 
Tevî ku Birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê got, 'Hefteyek dem bidin min, ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim' jî, ji sala 2015'an û vir ve 6 sal in di bin tecrîdeke bênavber de ye. Hûn jî ji pêkanîna qanûnên xwe jî dûr in. Hûn rê nadin tu kes li girtîgehê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Hûn bi hincetên keyfî li Îmraliyê tecrîdeke giran didin meşandin. Ji bîr nekin ku ev tecrîd sûcê mirovahiyê ye, em tu carî vî sûcê mirovahiyê qebûl nakin. Divê demildest ev sûcê mirovahiyê bi dawî bibe, tecrîd bê rakirin û ev tecrîd li ku derê tê kirin, bi taybetî li Îmraliyê divê demildest bi dawî bibe."
 
Piştî axaftina Pervînê rapora salane hat xwendin.
 
Di encama dengdayina kongreyê de hevserokên nû Hurriyet Kaytar û Huseyîn Sarik hatin hilbijartin.
 
Piştî hilbijartina hevserokatiyê kongre bi govend, dîlan û dirûşman bi dawî bû.