Kongreya HDP'ê ya Êlihê bi govendê dest pê kir

  • 13:00 16 Çile 2022
  • Ramyarî
 
ÊLIH - 4'emîn Kongreya Asayî ya HDP'a Êlihê bi coşke mezin dest pê kir. 
 
4'emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê, li Eywana Dawetê ya li ser Kolana Mezopotamyayê dest pê kir.
 
Bi sedan kesên ku hatin Eywana kongreyê ku pankarta bi dirûşmên, "Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi cuwanî biqedînin", "Bi hêvî û bawerî em ber bi şoreşê ve dimeşin",  "Em xwe bi rêxistin bikin, faşîzmê têk bibin û tecrîdê bi dawî bikin", "Em HDP'yî ne li her derê ne" lê hatibû daliqadnin govend gerandin. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Feleknas Uca, parlamenterên HDP’ê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rêxisitnên HDP û DBP’ê yên bajar û navçeyan û gelek kesên din tevli kongreyê bûn.
 
Di kongreya ku bi hilbijartina dîwanê dest pê kir de, ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin.
 
Em bi hêza gel li qadan bûn'
 
Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Fatma Ablay, piştî sînevîzyona danesîna xebatên HDP'ê hat pêşandan axivî, diyar kir ku li hemberî êrîşên li dijî partiya wan tevlibûna gel a girseyî ya kongreyê ji bo wan girîng e. Fatma destnîşan kir ku ew ê bi hevgirtineke xurt a gel di pêvajoyên dijwar de bi ser bikevin û got, “Me ne tenê weke rêveberên bajaran, bi hêza rêxistinbûyî ya gel re jî em li qadan bûn. Em ê bibin berdewamiya têkoşîna Sakîne û Sêvêyan. Em ne tenê li Êlihê, li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna xwe didomînin. Ez spasiyên xwe pêşkêşî gelê me dikim."
 
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Piştre Hevserokê HDP'ê yê Êlihê Omer Kulpu axivî û got, "Ji ber xebatên ku ev nêzî 2 sal in em didin meşandin ez spasiyên xwe pêşkêşî Dayikên Aştiyê, xizmên şehîdan, xizmên girtiyan û hemû saziyan dikim. Ji bo hevalên me yên ku dê îro erka hevserokatiyê bigirin serkeftinê dixwazim. Ji niha û pê ve jî ez ê têkoşîna xwe bidomînim."
 
'Hevgirtin wê tecrîdê bişkîne'
 
Parlamenterê HDP'ê Necdet Îpekyuz, diyar kir ku divê raya giştî ji êrîşên li hemberî HDP'ê bihizire. Necdet da zanîn ku tecrîd li tevahiya civakê bi taybet li Îmraliyê belav bûye û got, "Em dizanin ku bi hevgirtina me wê tecrîdê bişkîne."
 
Axaftin gelek caran bi dirûşmên "HDP gel e gel li vir e", " Bijî berxwedana Zindan ", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" hatin qutkirin.
 
Piştî Hevserokên HDP'ê yên Êlihê, Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan axaftinek kir.