'Rêya sêyemîn avakirina jiyana nû ye'

  • 09:03 16 Çile 2022
  • Ramyarî
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinên siyasetmedar diyar kirin ku ji bo Tirkiye ji krîza têde derkeve yekane rêbaz rêya sêyeme û ev rê ne tifaqa hilbijartinê, wek avakirina hevpar a jiyana nû nirxandin.
 
Li Tirkiyeyê di 20 salan de krîzên her diçin  giran dibin ên nû lê zêde dibin. Di encama polîtîkayên desthilatdariyê de, pêşniyarên muxalîfan yên tên kirin jî ji nedîtîve tên. Li dijî polîtîkaya şer, HDP’ê di 27’ê îlonê de deklerasyoneke ji 11 xalî pêk tê aşkera kir û xeta têkoşîna hevpar derxist pêş. Ji bo xurtkirina vê xeta têkoşînê jî siyaseta rêya sêyem pêşniyar kir û xebatên der barê vê de didomin.
 
Jinên siyasetmedar der barê girîngiya rêya sêyemîn de nirxandin kirin.
 
Muxalefet divê tecrubeyan li ber çavan derbas bike
 
Berdevka hevserokatiya giştî ya berê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ugurlu, da zanîn Tirkiye îro tabloyeke wek piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê derketiye holê dijî û ji ber vê rewşê jî encamên dertên holê ji aliyê desthilatariyê ve li gel tê birîn. Îdîlê daxuyakirin ku AKP hewl dide pirsgirêka kurd bi polîtîkayên ewlehiyê çareser bike û ev jî nîşaneya îradeya bloka faşîst a AKP-MHP’ê ye. Îdîlê ev tişt anî ziman: “Bi razemeniyên ji bo çekan tên kirin, xizanî mezin dibe. Li aliyê din jî çend şîrketên mezin ên dijberî gel hene. Ji sedî 90 zêdetir civak di tengezariyê de ye. Muxalefet divê tecrubeyên demên borî li ber çavan derbas bike.”
 
‘Yên deng dane AKP’ê jî bi bertek in’
 
Îdîlê wiha domand: “Ligel ku desthilatdarî wê hilbijartinan manupule bike, wê qebûl neke ku bi hilbijartinan jî biçe. Di rewşa ku desthilatdarî biçe de, xebateke muxalefetê ya der barê ku çi bikin jî tune. Gelo ji bo wê birînên civakê çawa sererast bikin. Wê xebatek çawa bikin. Yên deng dane AKP’ê jî bi bertek in. Ev zîhniyta Bahçeliye lê her kes newêre berteka xwe bîne ziman. Gelo wê ev bertek çawa di portreyeke hevpar de bê gel hev. Divê ev bê axaftin.”
 
‘Divê wek tiqafa hilbijartinê nefikirin’
 
Îdîlê bal kişand ser fikriyata HDK’ê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daniye holê û wiha dirêjî dayê: “Ne tenê bi keda kurdan, ji hemû tecrubeyên cîhanê derketiye rê. HDP partiyeke siyasî ya ku jiyaneke nû ya civakî dihûni ye û paradîgma wê wisa ye. Ji bilî vê aliyên cuda yên têkoşîna şoreşgerî didin hene. Bi rehetî her kes dikare bê gel hev. Lê divê wek tifaqa hilbijartinê neyê fikirîn. Em bêjin me bloka faşîst ya AKP-MHP’ê têk bir. Gelo wê piştre jiyanek çawa tahayul bibe. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, çareseriya ekolojiyê wê çi bê kirin? Der barê jin û ciwanan de çi tê fikirîn. Ji bo vê alternatîfa Rojava heye. Nêrîna li hember vê çiye, wê çawa be? Divê ev hemû bên nirxandin û vegotin. Divê li ser fikrên hevpar bên gel hev. Ji bo jiyaneke nû bê hûnandin divê rêya sêyemîn bikeve jiyanê. Binpêkirin heye, koçberkirin heye. Divê li dijî polîtîkayên xêzkirina sînoran yekîtiyeke çawa bê kirin? Pergal hîn bêtir aloz bûye û êrîşkar bûye. Di destê wan de hêza cezakirinê heye. Ev wê bikeve destê yên nû tên. Di dema vê desthilatdariyê de ciwanên rastgiriyê zêde bûne. Alternatîfê nizanin.  Ji ber alternatîf ne jiyan e nizanin. Divê ev hemû ji gel re bên vegotin. Divê avakerî hebe. Berpirsyarî dikeve ser milê pêşengên civakê. Yên ku îdiaya wan a jiyana wekhev û ekolojîk hene, berpirsyariyên wan yên cidî hene. Em dikarin kêmasiyên xwe binirxînin. Em dikarin bigihêjin ronahiyê. Em dikarin vê derbas bikin. Divê em bi fikriyata HDK’ê vê vebêjin û bibin yek.”
 
‘Em hewl didin rêxistinbûna gel bikin’
 
Ji Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) Lutfiye Burcu Kara jî bi lêv kir ku li şûna dirûşma ‘hikûmet îstîfa’, ‘desthilatdariya gel’ dane pêş xwe û têkoşîna ji bo avakirina desthilatdariya gelan watedare û wiha pê de çû: “Ev ne wek teşeyê partiyekê bi rêxistinbûna xweser a gel pêkan e. Em di hewldana rêxistinkirina gel de ne. Xizanî, komkujî encax wisa bên çareserkirin. Em nikarin bêjin ku gel di hêza ku dakeve kolanê û desthilatdariyê bigire de ye. Ev bi dayîna hêvî û baweriyê pêkan e. Yanî em dibêjin em bibin yek em ê qezenc bikin. Fikrên cuda yên siyasî dikarin bê gel hev, bi teşeyên xwe çalakiyan bikin jî dikarin di nokteyek hevpar de bên gel hev û bi vî awayî dikarin encamên erênî bên girtin.”
 
‘Dixwazin pêvajoya mayîndekirina faşîzmê pêş bixînin’
 
Ji Partiya Azadiya Civakî (TOP) ya di HDK’ê de cih digire, Julîana Gezen jî destnîşan kir ku bi pandemiyê de krîz girantir bûne, binpêkirin kûrtir bûye û wê jî wiha nirxandin kir: “ Hewl tê dayîn ku pêvajoya mayîndebûna faşîzmê pêşdetir bibin. Gotinên CHP, Îyî Partî, Partiya Deva jî di qada îcazeta desthilatdariyê de ye. Dixwazin pêşveçûnê hinek din baş bikin, bertekên gel jî  di pergalê de revîze bikin û  rewşa heyî bidomînin. Yek ji krîzên tên jiyîn aborî ye. Fatura krîzê ligel tê birîn. Derketina kolanan a gel jî ji aliyê desthilatdariyê ve wek provakasyon tê dîtin. Nakokiya sermaye û kedê bandor li ser hemû qadan kiriye. Mirovên dixwazin dakevin kolanan hene lê bi girsebûna ku dakevin kolanê re nehatiye gel hev. Hevdîtinên rêya sêyem ket rojave me TOP’ê. Divê çepa tirk û tevgera kurd bên gel hev û avabûna demokratîk a şoreşger a demokratîkbûna hevpar daynin holê.”
 
Julîana di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku pêvajoya heyî derfet daye tevgerên sosyalîst ên Tirkiyeyê û têkoşîna azadiya kurd û tirsa dewletê li ber civakê xera bûye û wiha dawî lê anî: “Em dikarin li dora wê bernameyê pozîsyonek guherînê ya bi heybet bi dest bixin. Em hewl didin di esasa wê bernameyê de daxwazên dertên holê bi rêxistin bikin.”
 
‘Gel bi girseyî daket kolanan û wê zêde bibe’
 
Seroka EMEP'ê ya Îzmîrê Emîne Uyar jî di axaftina xwe de bi lêv kir tişta ewil divê bê kirin ev e ku divê hêzên ku hewl didin karkeran biçewisînin, bên guhertin û wiha nirxand: “AKP’ê piştgiriya ji gel digirt winda kiriye. Yekane tişta di destê wan de maye alavên hêzê ne. Ev demeke dirêj e mirov nikarin behsa azadiya fikr û ramanê bikin. Di alî aboriyê de pêvajoyek  giran tê jiyîn. DÎSK, KESK daket kolanan. Tevlibûnek girseyî jî ji bo van tên kirin û wê hîn bêtir zêde bibe. Hewcedariya gel bi yekîtiyê heye. Beşeke mezin a civakê bendewariya wan ji hilbijartinê heye. Dixwazin desthilatdarî biguhere. Lê divê gel xwedî li îradeya xwe derkeve û divê rêxistinbûnek hebe. Desthilatdarî biçe jî, tifaqa Mîllet bê jî ev pirsgirêk wê çareser nebin. Em ji pergala parlamenter jî dizanin ku biryarên ji bo başiya karker û kedkaran dernayê holê. Divê li dijî hemû pirsgirêkan muxalefeta civakî bê rêxistinkirin.”
 
Emîneyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rêya sêyem û wiha dawî lê anî: “HDP dibêje rêya sêyem, em wek rêbaza sêyem îfade dikin. Tişta di vir de tê vegotin ev e ku rê û rêbazên têkoşîna yekbûyî ye. Li gorî agahiyê me ji navenda giştî girtiye, di esasa vê de xebatek heye. Divê hevparbûneke hebe. Yek ji pirsgirêkên girîng pirsgirêka kurd e. Çareseriya pirsgirêka kurd ya herî girîng e.”