Fezlekeya derbarê Semra Guzel de ji serkomar re hat şandin

  • 11:20 11 Çile 2022
  • Ramyarî
 
ENQERE - Derbarê parlamentera DHP'ê ya Amedê Semra Guzel bi hinceta wêneyên ku berî bi 8 salan hatine kêşandin fezleke hat amadekirin. Fezlekeya hat amadekirin ji bo pêşkêşî meclisê bê kirin ji serkomar re hat şandin.
 
Derbarê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel de ji ber wêneyên wê yên bi şervanê PKK'ê Volkan Bora re di çapemeniyê de hatin weşanin fezleke hat amadekirin. Fezlekeya bi îdaya "endamtiya rêxisitnê" ku ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê ve hat amadekirin ji Wezareta Dadê re hat şandin. Wezareta Dadê jî ji bo pêşkêşî meclisê bê kirin ji serkomeriyê re şand.
 
Semra derbarê sûcderiyên li hember xwe daxuyaniyeke nivîskî da û got,"Wêne di sala 2014’an de hatine kişandin û aydê serdema pêvajoya çareseriyê ne. Nayê qebûlkirin ku wêneyên 5 sal berê hatine desteserkirin, bibin bingeha sûcdarî û hewldanên komployan. Li dijî kampanyaya lînçkirinê û sûcdariyên qirêj ên ku rastiyan nîşan nade em ê rêyên hiqûqî bi kar bînin."