Siyasetmedarên jin: Em ê li dijî êrîşan li qadan bin

  • 09:05 11 Çile 2022
  • Ramyarî
 
Marta Somek
 
STENBOL - Siyasetmedaran diyar kirin ku êrîşên li hember HDP’ê bi destê desthilatdariyê tên kirin û divê bersivek xurt bê dayîn û gotin: “Em natirsin, şûnde gavê navêjin. Em ligel partiya xwe ne.”
 
Di 28’ê kanûnê de êrişkar Muhammet Eren Sutçu bi kêr û çekê êrîşê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bahçelîevler kir û du kes birîndar kir. Êrişkar çar rojan dibinçavan de ma û sewqî 3’yemîn Dadgeriya Cezaya Sulh hat kirin. Êrişkar bi şerta hepsa malê hat berdan. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) îtîrazê mijarê kirin û êrişkar ji nûve sewqî Dadgeha Cezaya Sulh hat kirin û di 10’ê çile de hat girtin.
 
Siyasetmedar, rêxistinên civaka sivîl û saziyan bertek nîşanê êrîşê dan û gotin ligel HDP’ê ne. siyasetmedaran da zanîn ku êrîşên li hember HDP’ê sîstematîk bûne, gumanbar bi polîtîkayên bêcezahiştinê tên xelatkirin û gotin divê li dijî her cureyê êrîşê bibin yek.
 
‘Êrişek plankirî, organîzekirî’
 
Nûnere Alinterî Muruve Kuçuk got êrîşa li Bahçelîevler plankiriye û got: “HDP dînamîkek berxwedana civakî  temsîl dike û ji ber ku bi taybet Gelê Kurd temsîl dike dibe hedefa êrîşan. Di vê krîzê de di esasê de di şexsê HDP’ê de, êrîşeke organîzekirinê ya ji bo tehdîd, tirsandinê hatiye kirinê ye. Bi berdana gumanbar jî vê peyamê didin. Êrişkar ji birîndarkirinê sewqî dadgehê hat kirin lê di esasê de dibêje ‘ez ji bo qetilkirinê hatime’. Ger ku çeka wî xera nebûya wê komkujiyek pêk bihata.”
 
‘Em natirsin, şûnde gav navêjin’
 
Muruvetê got di parvekirinên civakî de derket holê ku têkiliya êrişkar bi ocaxên Ulkucî re heye û ev rewşa ku evqas aşkera bû jî gumanbar tenê ji birîndarkirinê hatiye sewqkirin. Muruvetê wiha dirêjî dayê: “Gelek alî piştevaniya HDP’ê dikin. Bertekên li dijî van êrîşan watedarin. Hêzên HDP’ê temsîl dikin û dostên wan ewil li vir bûn. Li dijî dorpêçkirina polîsan şûnde gav navêtin. Li pişt gumanbaran hêz hene. Êrîşek organîzekiriye. Gumanbar ji aliyê dewletê ve tê parastin. Em van qebûl nakin. Bi zanebûn hewl didin bûyerê veşêrin.”
 
‘Hêzên piştgiryê didin hene’
 
Hevseroka partiya Rizgariya Jinûve Sosyalîst (SYKP) ya Stenbolê Gurşenay Dalveren jî bi lêv kir ku ev êrîşa nîjadperest ne tesadufe û ev êrîşên wisa bi destê hêzên mîlîs yên dewletê pêk tên. Gurşenay wiha daxuyand: “Her tim li dijî HDP’ê êrîşên nîjadperest hebûn. Lê gumanbar bi tena serê xwe vê nakin. Li pişt wan hêz hene. Tevî ku avahiyên partiyê ji aliyê polîsan ve tên şopandin jî êrîş pêk tê. Ev jî nîşan dide ku komkujî plankirî pêk tên. Organîzkirî ne. Êrişkar tevî ku du kes birîndar kir hat berdan. Êrişkar hat dermankirin û eleqeyek taybet nîşanê wî dan. Lê girtiyên li girtîgehan nikarin derman bibin. Gelek girtiyên nexweş yên giran nayên dermankirin, hewcedariyên xwe nikarin bînin cih, serbest nayên berdan.” 
 
‘Bêcezahiştin êrişan zêdetir dike’
 
Gurşenay di dawiya axaftina xwe de wiha bertek nîşan da: “Polîtîkayên bêcezahiştinê rê li ber êrîşan vedike. Li pişt van êrîşan hêz heye û piştgiriyê didin van. Heta ev dijhiqûqî bidome wê ev êrîş jî pêk bên. HDP partiya me ye. Lê HDP her carê li dijî van êrîşan xurtir bûye. Hêzên demokrasiyê li dora HDP’ê dibin xelek. Gel dibînin ku muxalefeta rast ji aliyê HDP’ê ve tê kirin. Em ê her tim ligel HDP’ê bin. Em li gel partiya xwe ne û li dijî her cureyê êrîşê em ê bibin yek.”
 
‘Em ê dengê xwe li her derê bilind bikin’
 
Hevberdevka HDP’a Stenbolê Besra Îşsever jî wiha nêrîna xwe anî ziman: “Ev ne êrîşên yekemin. Di 17’ê Hezîranê de jî êrîşê HDP’a Îzmîrê hat kirin û Denîz Poyraz qetil kirin. Em van êrîşên nîjadperest qebûl nakin. Demên dawî de li hember HDP’ê li gelek cihî êrîş pêk tên.  Li dijî vê em wek HDP’î wê dengê xwe bilind bikin. Ji ber gotinên desthilatdariyê yên demên daweî HDP hedef tê girtin. Berpirsê êrîşên li hember HDP’ê desthilatdariye. Em ê li dijî êrîşan têbikoşin. Ez bang li hemû kesî dikim ku em bi yekbûyî li dijî êrîşan bibin bersiv.”